Girtiya nexweş Tenzîle Acar nayê tedawîkirin

  • 09:13 31 Cotmeh 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Girtiya nexweş Tenzîle Acar a ku di Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê de tê girtin her ku diçe rewşa tendirustiya w giran dibe. Dayika Tenzîleyê Resmiya Acar, anî ziman ku keça wê nayê tedawîkirin û ev tişt got: "Ne hiqûq û ne jî edalet heye. Divê demildest hemû girtiyên nexweş bên tahliyekirin."  
 
Li girtîgehên Tirkiyê û Kurdistanê zext, êrîş û binpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibin. Bi taybetî jî bi pêvajoya pandemiyê re herî zêde yên di bin şert û mercên zehmet de dimînin dîsa kesên li girîtgehan e. Di serê de jî yên ji vê rewşê bi bandor dibin girtiyên nexweş in. Her wiha li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê jî li tevahiya girtîgehên Tirkiyê 458 girtiyên nexweş ên ku rewşa wan giran in hene.
 
Yek ji van girtiyên nexweş jî Tenzîle Acar e ku di Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê de tê girtin e. Tenzîle ji sala 2016'an vir de di girtîgehê de ye û nexweşiya Hepatît B lê peyda bûye. Dayika Tenzîleyê Resmiya Acar, bal kişand ser nexweşiya keça xwe û xwest ku keça wê serbest bê berdan.
 
Resmiya, anî ziman rewşa girtiyan gelek xirabe û wiha got: "Dewlet ne li gor mirovahiyê tevdigere. Rêvebiriya girtîgehê tim ji girtiyan re pirsgirêkan derdixe.  Pêkanînên kêyfî li ser dijî girtiyan tên meşandin. Alavên u em ji zarokên xwe re dibin nadin wan. Xwarinên bi kêrî tu tiştî nayên û nepaqij didin wan. Keça min Tenzîle jî nexweşe û nayê tedawîkirin. Keça min nabin nexweşxaneyê. Dema dibin jî destên wê kelepçe dikin û dibin. Wê çawa  bi vê awayî tedawî bibe?"
 
'Di bin şert û mercên zehmet de dijîn'
 
Resmiya, bertek nîşanê tedawiya bi kelepçeyê da û wiha domand: "Leşker û polîs bi girtiyan re dikevin odeya muayenê û kelepçeyê venakin. Ew nikarin bi vî awayê tedawî bibin. Ew helwestek li dijî mirovahiyê ye. Ev jî nîşan dide ku edalet nîne. Tenzîle nexweş e û tedawiya wê nayê kirin. Ji qirika wê xwîn tê. Ji sala 2016'an vir de girtî ye. Dema hat binçavkirin 15 rojan îşkence lê kirin. Girtî di bin şert û mercên zehmet de dijîn. Zilm û zordariyê li girtiyan dikin."
 
‘Divê hemû girtiyên nexweş bên tahliyekirin'
 
Resmiya, di dawiya axaftina xwe de got li dijî şewba vîrûsa koronayê di girtîgehan de tu tedbîr nayên girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Girtî bi mirinê re rûbirû man. Edalet li ku derê ye? Ew di girtîgehê de nikarin xwe ji nexweşiyê biparêzin. Wê girtî di bin van şert û mercên zahmet de çawa xwe biparêzin? Tiştên ku em ji wan re dişînin nadin. Ji kantînê tiştên ku dikirin du qatên derve ne. Ne hiqûq û ne jî edalet heye. Divê demildest hemû girtiyên nexweş bên tahliyekirin. Ji ber nexweşiyê em nikarin biçin hevdîtinê. Dema ji hefteyê carê bi telefonê li me digerin em tenê wê demê dikarin agahî ji wan bigirin. Bila keça min û hemû girtiyên nexweş bên berdan."