ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2020'Î

  • 09:00 31 Cotmeh 2020
  • Rojev
*Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne dest bi çinîna zeytûnan kirin. Jinên ku demsala çinîna zeytûnan bi kedkarî pêşwazî dikin wiha gotin:"Zeytûn rihê me ye, Erdogan jî bi kiryarên xwe dixwaze rihê me bikuje. Lê em bi keda destên xwe li dijî hemû êrişan disekinin û têkoşîna xwe didomînin." DÎMEN HEYE
 
*Adile Zengin a ku ev 4 sal e li heman malê dimîne bi hênceta ku ji navçeyê dur e ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve bê av tê hêştin. Adlîyeya ku dibêje ew pirsgirêka av û ceyranê dijîn, xwest ku şaredaredarî bersivê bide daxwaznameyên wê. DÎMEN HEYE
 
*Ji Rêveberiya Komîteya Aborîyê ya Meclîsa Jina Azad a Şehbbayê, Fatme Mihemed girîngiya rola jinê ya di qada aborîyê de anî ziman. Fatmeyê da zanîn ku hebûna jinê ya di qada aboriyê de girîng e û wiha got: "Gelek projeyên aborî bi serkêşiya jinê hatin pêşkêşkirin û ketin xizmeta civakê. Jin ji bo civakê tev digere û aboriya xwe xurt dike." DÎMEN HEYE
 
*Girtiya nexweş Tenzîle Acar a ku di Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê de tê girtin her ku diçe rewşa tendirustiya w giran dibe. Dayika Tenzîleyê Resmiya Acar, anî ziman ku keça wê nayê tedawîkirin û ev tişt got: "Ne hiqûq û ne jî edalet heye. Divê demildest hemû girtiyên nexweş bên tahliyekirin."  DÎMEN HEYE
 
*Welatiyên Kobanê piştî ku DAÎŞ têk çû şûnde kavilên Kobanê rakirin û bi hêviyeke mezin li ser piyan man. Rojnameger Dîcle Ehmed a ku şahidiya serîhildana Kobanê kir da zanîn ku şervan bi moralekî mezin û coşeke mezin li eniya şer li berxwe dan. Welatiyên Kobanê jî bi gotina "Em bi serîhildaneke mezin gihaştin serkeftinê" şahidiya xwe ya berxwedana Kobanê rave kirin.  DÎMEN HEYE
 
*Hîdayet Kiliçci a ku li navçeya Yenîşehîrê 2 sal in karê tamîra saetan dike got ku dema nû dest bi vî karî kiriye kesên ji bo saetên xwe tamîr bikin dihatin paşve vedigeriyan,  lê wê guh nedaye tu kesî û karê xwe berdewam kiriye. DÎMEN HEYE
 
*Jinan diyar kir ku daraz di warê dozên jinan de ne xweser e, di biryarên ku dide de îqtîdar bandorê dike û wiha gotin, 'Her ku jin bibêjin 'em hene' wê hiqûq jî erka xwe bi cih bîne' BI DÎMEN