Li Îzmîrê erdheja bi pîleya 6.6 pêk hat
- 16:13 30 Cotmeh 2020
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Seferîhîsar a navenda Îzmîrê, bi pileya 6.6 erdhejek dijwar rû da. Li gelek bajarên herêmên Ege û Marmarayê, erdhej hat hîskirin.
Li navçeya Seferîhîsar a girêdayî navenda Îzmîrê, saet 14,51'an, bi pileya 6.6 erdhejek dijwar pêk hat. Hat diyar kirin ku li gelek bajarên herêmên Ege û Marmariyê, erdhej hat hîskirin.