TJA'yê li dijî tundiyê panel li dar xist

  • 15:45 30 Cotmeh 2020
  • Rojane
ŞIRNEX -TJA’yê di çarçoveya kampanyaya "Em xwe diparêzin"  de li Silopiyê li dijî tundiyê panel li dar xist. Di panelê de peyama li dijî tundiyê li ber xwe bidin hat dayîn.
 
Di çarçoveya kampanyaya  Tevgera Jinên Azad (TJA) yê  ya “Em xwe diparêzin” de li navçeya Silopî ya Şirnexe di derbarê tundiya li dijî jinê panel hat lidarxistin. Panela ku li avahiya navçeyê hat lidarxistin,  parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê û gelek jin tevlî bûn.  
 
Di panela ku bi rêzgirtinê hat destpêkirin de Nuran Îmîr û aktîvîsta TJA'yê Emîne Înan axivîn.
 
Nuranê, anî ziman ku tundiya li dijî jinê polîtîk e û wiha berdewam kir: "Mêr her cure tundî li jinan dikin. Tenê ne li qadekê li hemû qadên jiyanê tundî li jinan tê kirin û li cihê kar jî tundî li wan tê kirin. Herwiha jinên ku li hemû qadan tundî li wan tê kirin li qada siyasetê jî tundiyê dibîn. Civak li gorî pergal desthilatdariyê tên pêşxistin. Ji ber ku pergala desthilatdar li ser bingehê zordestî û zilmê hatiye avakirin. Çiqasî zilmê dikin ewqasî xwe li ser civakê ferz dikin. Dewleta ku civakê bi vî rengî rêve dibe rol û erka xwe daye mêran. Li Tirkiye û Kurdistanê li jinan tenê tundî nayê kirin û jin tên qetilkirin jî. Li Tirkiyê û li herêmê tenê sala borî 312 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Derbarê kujerên van jinan de tu doz jî nehatin vekirin. Ji ber vê yekê em dibêjin tundiya li dijî jinê polîtîk e. Mêr di qada jiyanê, kar, siyaset û aboriyê de tim tundiyê li jinan dikin, qetil dikin û tecawiz dikin. Dewlet jî bi qanûnên ku derdixe wan diparêze. Dewlet dizane ku bi jinên koletiyê qebûl dikin re dikare daxwazên xwe bi cih bîne.”
 
‘Çar cureyên tundiyê hene’
 
Nuran, diyar kir ku li cihanê tundî li ser çar nigan hatiye avakirin û wiha pêl da axaftina xwe: “Jin wekî amûr tên dîtin. Çar cureyên tundiyê hene û ev jî tundiya fizîkî, hêstiyarî, êrîşa zayendî û aborî ye. Herdem mêr tundiyê li jinan dikin. Li her qadê bi tundiya li jinê tê kirin jin hedef tê girtin.  Di dema şerê taybet de jî herî zêde li jinan tundî tê kirin. Tundiya herê mezin jî tundiya siyasî ye. Dewlet li hemberî vîna jinê  gelek bêtehamûl dibe û êrîş dike. Bi têkoşîna jinê em li her qada jiyanê em fermiyeta xwe didin nîşandan. Mêr jinan li gor berjewendiyên xwe bi kar tînin. Jinan weka meta dibînin. Êrîşa herî mezin êrîşa zayendî ye.”
 
‘Bêdengî dibe sedema tundiyê’
 
Nuranê wiha dawî li axafitna xwe anî: “Tundiya li dijî jinê herî zêde di nava malê de tê kirin. Em jî li hember vê divê li ber xwe bidin û têbikoşin. Ji bo jiyanek demokrat divê em hêza xwe bikin yek. Em jin xwedî li hêza xwe derdikevin û radibin ser nigan. Em ê li hember tundiyê bisekinin û dengê xwe bilind bikin.  Ger ku îro dewlet li hember vê tundiyê nasekine divê em bisekinin. Jin dikare vê tundiyê bide sekinandin. Dewlet naxwaze jin bibe xwedî vîn. Li hember vê divê em bibin yek. Em bêdeng nebînin. Bêdengî dibe sedema tundiyê.”
 
Panelîst Emîne Înan jî têkildarî kampanyayê de jin agahdar kirin û got li hember tundî û êrîşan dengê xwe bilind bikin.
 
Panel bi çepikan bi dawî bû.