Li ser medyaya civakî ji bo Gulîstan Doku çalakî hat kirin

  • 15:44 30 Cotmeh 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Komîsyona Edaletê ya Ji Bo Gulîstan Dokû, wê îro saet 20.00'an de li ser Twîtterê bi hashtaga “#GülistanDokuNerede, #ZaynalıKimKoruyor” balê bikişîne ser lêpirsîna derbarê bûyera Gulîstan Dokû de, dewam dike. 
 
Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ya 21 salî, 300 roj in winda ye û tu agahî jê nayin girtin. Ji bo ku Gulîstan bê dîtin, ji 15'ê Cotmehê ve bû 3 car li Gola Bendava Ûzûnçayirê xebatên lêgerînê tên birêve birin. Gulîstan ji 5'ê Çile ve winda ye. Di lêpirsîna ji bo Gulîstan hat destpêkirin de, tu pêşketin tune ye. 
 
Komîsyona Edaletê ya Ji Bo Gulîstan Dokû, wê îro saet 20,00'an de, li ser Twîtterê bi hashtaga “#GülistanDokuNerede, #ZaynalıKimKoruyor” balê bikişîne ser lêpirsîna derbarê bûyera Dokû de, dewam dike, tê meşandin.