Ji bo Ayşe Gokkan û 13 kesê din biryara 4 rojî ya binçavkirinê

  • 15:43 30 Cotmeh 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Di çarçoveya lêpirsîneke li Mêrdînê dihat meşandin de derbarê Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan û 14 kesê din de biryara 4 rojî ya binçavkirinê hat dayin.
 
Di çarçoveya lêpirsîneke li Mêrdînê di 2014'an de dihat meşandin de tevî Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan, 14 kes hatin binçavkirin. Ayşe Gokkan a li Amedê hat binçavkirin birin Mêrdînê. Têkildarî hevdîtina parêzeran a bi 14 kesên ku birin Muduriyeta Emniyetê ya Mêrdînê biryara qedexeya hevdîtinê hat dayin. Di heman demê de dozgeriyê derbarê 14 kesên hatin binçavkirin de biryara binçavkirinê ya 14 rojî da. 
 
Kesên hatine binçavkirin û navên wan hatine hînbûn wiha ne: Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan, Berendamê Hevserokatiya Şaredariya Kerboranê ya HDP'ê Ahmet Încî, Hatice Kalkan, Sakine Yilmaz, Lokman Findik, Ramazan Kalkan, Fettah Tekin, Mesut Çelik.