Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir

  • 12:14 30 Cotmeh 2020
  • Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê ji bo biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlum Dinç, ji bo biçin Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevditinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji bo girtiyên din ên li Îmraliyê jî ji malbata Omer Hayri Konar bira Ali Konar, ji malbata Hamili Yildirim bira Polat Yildirim û ji malbata Veysî Aktaş xwişka wî Melihe Çetin bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş, ji 15'ê Adara 2015’an heta niha tenê di 5'ê Hezîran, 12'ê Tebaxa 2019'an û 2'ê Adara 2020'an de bi xizmên xwe re hevdîtin kiribûn. Hamîlî Yildirim jî piştî birin Girava Îmraliyê ji 15'ê Tîrmeha 2015'an heta niha tenê di 5'ê Hezîran û 12'ê Tebaxa 2019'an de bi xizmên xwe re hevdîtin kir. Piştî li Girava Îmraliyê sewat derket jî di 2'ê Adara 2020'an de ji ber Hamîlî Yildirim nexweş bû bi xizmên xwe re hevditin nekiribû. 
 
Ocalan, di 21 salên girtîgeha Îmraliyê de tenê carekê di 27'ê Nîsana 2020'an de bi malbatê re bi rêya telefonê hevdîtin kir. Dîsa di 7'ê Îlonê de  heta 6 mehan cezayê hevdîtinê li Ocalan birîn.