Kongreya Star: Bila PDK nebe amûrê leyistokan

  • 12:00 30 Cotmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyeke nivîskî li ser sewqiyata hêzên PDK'ê ya li herêmên Garê şermezar kirin.
 
Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyeke nivîskî li ser sewqiyata hêzên PDK'ê ya li herêma Garê ya Başurê Kurdistanê şermezar kirin û got: "Em li vir bang li hemû rêxistinên jinan ên Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dikin bi hevgirtinek xurt dengê xwe ji bo yekîtiya kurdan saz bibe bilind bikin û ji şerekî navxweyî û bi hevkariya dijmin re bêjin na."
 
Daxuyanî wiha ye:  
 
"Em di serdemek dîrokî de derbas dibin. Gelê kurd ji bo hebûna xwe bi hezên ku Kurdistan kirinê çar parçe bide qebûlkirin û azadiya xwe misoger bike ev bi sed salan e têdikoşe. Bê guman gelek berdelên giran dan.  Tekoşîna gelê Kurd ya mafdar piştgiriyek gelek mezin ji civaka navneteweyî girt û digire. Em êdî bi saya vê tekoşîna bi rûmet ketine qonaxa ku statuya xwe mîsoger bikin. 
 
Divê em hêza xwe bikin yek
 
Ji bo ku em wê qonaxê jî bi serkeftî derbas bikin û rûyê gelê xwe bi azadiyê şad bikin pêwîst e em hêza xwe bikin yek. Li her çar parçeyên Kurdistanê bêyî ku em bikevin pey berjewendiyê kesayetî, hizbî û malbatî pêwîst e hemû partî û rêxistin li pêşeroja netewa Kurd bifikire. Ji bo wê yekê pêwîstî heye ku herkes di aliyê xwe de xwedî helwestek hevgirtî be. Yên ku bi helwest û tevgerandina xwe gelê kurd ji wê pêşeroja azad mehrûm bikin wê dîrok û gelê kurd wan tu caran êfû neke.
 
Gelek serhildan,berxwedan û têkoşîna Gelê Kurd çêbû 
 
Di dîroka sed salî ya tekoşîna gelê Kurd de ji bo azadiyê gelek serhildan, berxwedan û tekoşîna gelê kurd çêbu. Lê em dizanin ji bo ku Kurd bi ser nekevin planê parçekirina Kurdan xistin meriyetê. Kurdên hevkar ji xwe re çêkirin û xwestin kelha berxwedanê ji hundir de fetih bikin. Ew hevkarên ku bi dijmin re tev geriyane rûyê reş yên dîroka Kurdistanê ne. 
 
Dixwazin car din kurdan bi hev bidin qirkirin
 
Niha xeteriyek mezin ku dîrok cardin bi wî rengî xwe dubare bike li ber deriyê me ye. Dewleta tirk bi hemû hêza xwe hewl dide axa Kurdistanê dagir bike. Li Rojavayê Kurdistanê Efrîn, Serêkaniyê, Girê Sipî dagir kir û hîna jî gefên bi temamî Rojavayê Kurdistanê dagir bike dixwe. Li Başurê Kurdistanê jî cihek nemaye ku baregehê xwe lê bi cih nekiriye. Niha jî dixwaze Şengala ku hîna birînê xwe nekewandîye dagir bike. Li beranber wan planên dagirkeriyê gerîla û şervanên Kurdistanê di nav tekoşînek bêhempa de ne. Tekoşîna gerîla nehişt ku li Başûrê Kurdistanê bigihêje armancên xwe. Niha jî dixwaze hêzen Kurd bînin hember hevdû û wisa bi ser bikeve. Şandina hêzê ya PDK’ê ya herêma Garê parçeyek ji wê plana dijminên Gelê Kurd e. Dixwazin car din kurdan bi hev bidin qirqirin. 
 
Tu tişt ji jiyanek azad bi rûmetir nîne
 
Em wekî Tevgera Jinên Rojavayê Kurdistanê, tevgera ku li Garê û Metîna pêş dikeve wek xeterîyeke dîrokî dibînîn. Bi têkoşîn û pêşengtiya xwe ya şoreşê me ne tenê tekoşîna Gelê Kurd y-a azadiyê mezin kir, me di heman demê de bi wan serkeftinên xwe serê gelê xwe jî bilindtir kir. Me berdêlên giran da. Lê di qonaxa ku îro em gihiştînê de tevî wan êş û azaran ku êm ê qet ji bîra nekin jî em dibêjin di oxira azadiyê de em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Ji ber ku tu tişt ji jiyanek azad bi rûmetir nîne. Çawa ku me beden û hebûna xwe ji bo azadiya gelê xwe û jinên Kurd kir mertal pêwîst bike em ji bo şerekî navxweyî rû nede di navbera kurda de jî bibin mertal. Ev hêza me heye. Em li wir bang li hemû rêxistinên jinan ên Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dikin bi hevgirtinek xurt dengê xwe ji bo yekîtiya Kurdan saz bibe bilind bikin û ji şerekî navxweyî û ji hevkarîya dijmin re bêjin, na.  Wek jinên Kurd bi hemû hêza xwe em ê li beranberî xeta îxanet û plana qirêj derbikevin û rê nedin ku dijminê me Gelê  Kurd bi wî şerî bixe bin xeteriyê.  Ji ber ku armanca dijminê me jî ev bi xwe ye. Loma divê PDK nebe amûrê leyistokan.
 
Em şerê man û nemanê didin
 
Em bang li hemû gelê Kurdistanê jî dikin li dijî lanê dijmin ên qirej derkevin û xwedî helwest bin. Ji ber ku em şerê man û nemanê didin. Em şerê mîsogeriya azadiya xwe dikin. Pêwist e gelê kurd ji her demê bêhtir bi hemu hêza xwe pişta hevdu bigire. Li beranber dagirkerî û hevkariya dijmin derbikeve. Herî dawî jî em bang li PDK’ê dikin; bila neyê listokên dewleta dagiker ya tirk û pê re hevkariyê neke. Helwesta xwe zelal û eşkere bike. Bi gerîlayê Kurdistanê re ax û rûmeta gelê Kurdistanê biparêze. Ya tê xwestin ev e û pewîst e PDK jî demildest di wî alî de xwedî bertek be.