Jinan parastina xwe ya rewa niqaş kir

  • 11:39 30 Cotmeh 2020
  • Rojane
WAN - Aktîvîstên TJA'yê di çarçoveya kampanya "Em xwe diparêzin" de li navçeya Rêya Armûşê bi jinan re hatin gel hev û parastina rewa niqaş kirin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanya "Em xwe diparêzin" de li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi jinan re civîn li dar xist. Tejayê di civînê de bi jinan re Peymana Stenbolê niqaş kir û naveroka wê ji jinan re vegot. Herwiha jinan di civînê de li ser parastina rewa ku vê mehê mijara kampanyayê bû jî nêrîna xwe bi hev re parve kirin.
 
Li qada civînê pankarta bi dirûşma " Em xwe diparêzin" hat vekirin û jinan piştî lîstika voleybolê ku lîstin çalakiya xwe bi dawî kirin.