'Divê li dijî tundiya tê kirin piştgirî ji rêxitinên jinan re bê dayîn'

  • 09:11 30 Cotmeh 2020
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
STENBOL - Psîkologa Pispor Alanur Ozalp, diyar kir ku bi gotinên rayederên dewletê û gotinên li ser navê ol tên kirin tundiya li hemberî jinê roj bi roj zêde dibe û ji bo pêşî li vê tundiyê bê girtin divê piştgirî ji rêxistinên jinan re bê dayîn. 
 
Li Tirkiyeyê tundiya li ser jinê roj bi roj zêde dibe. Ev tundî bi gotinên rayedarên dewletê, daxistina ceza ya ji ber rewşa baş li dadgehan, polîtîkayên bêcezahiştinê, naveroka bername û nûçeyên medyayê û bi polîtîkayên şer û mîlîtarîst zêdetir dibe. Jin jî ji bo pêşî li vê tundiyê bigirin li qadan dengê xwe bilindtir dikin. 
 
Derbarê tundiya mêr û qirkirina jinan ku roj bi roj zêde dibe de Psîkologa Pispor Alanur Ozalp, nirxandin kir. 
 
'Gotinên rayedarên dewletê tundiyê zêde dikin' 
 
Alanurê diyar kir ku di bingeha hemû tundiya li jinan tê kirin de "newekheviya zayendî heye" û got ku gelek jin bêyî kujerên wan bên aşkerakirin tên kuştin. Alanurê bi bîr xist ku daneyên debarê qetilkirina jinan de ji yên tên aşkerakirin zêdetir in û got ku bi gotinên di bin navê ol û yên dewletê de tundî tê zêdekirin. Herwiha Alanurê got ku bêcezahiştina kujeran jî ji ber vê nêzîkatiya heyî ye û wiha berdewam kir, "Ev pirsgirêk hemû bi hev ve girêdayî ne.  Bêcezatî jî xeleka herî dawî ya vê pêkanînê ye.  Dema ku di warê hiqûqî de kujer bê ceza tên hiştin hêzê dide mêrên ku tundiyê li jinan dikin û bi civakê re jî hişmendiya 'tundiya li ser jinê ne sûc e' çêdibe. Ev rewşkeke pir xeter e.  Bi taybetî jî parastina leşker û polîsan a di vî warî de rewşê xetertir dike. Divê edalet ji bo her kesî hebe û wiha berdewam jî bike."
 
'Psîkolojiya zarokan û tevgra wan neyînî bi bandor dibe'
 
Alanurê diyar kir ku qadeke din a tundî lê zêde bûye jî pergala perwerdê ye û got ku ev jî ji ber ku zarokên law û keç li polên cuda tên perwerdekirin e. Alanurê got ku dibistanan di şahiyên ku tên kirin de kincên "bukantî" û "zavatiyê" ku li zarokan tên kirin dibin sedema newekheviya zayendî û psîkolojiya zarokan neyînî bi bandor dibe. 
 
'Rêya çareseriyê bihêzkirina rêxistinên jina ye'
 
Alanurê bi bîr xist ku li meclisê ji 32 parlamenterên ku 27'ên wan AKP'yî ne tenê ji bo sondxwarinê li meclisê derketine kursiyê û ev rewş jî bêhestiyariya li hemberî tundiya li ser jinê li ber çavan radixîne. Alanurê anî ziman ku anîna rojevê ya peymana stenbolê û niqaşkirina wê jî ji ber vê bêhestiyariyê ye, ji bo ku pêşî li tundiyê bê girtin jî rêya çareseriyê bêhêzkirina rêxistinên jina ye."
 
'Vekişandina peymanê wê hêzê bidie kiryaran'
 
Alanurê di dawiya axaftina xwe de bertek nîşanî niqaşkirina Peymana Stenbolê jî da û got ku wê ev rewş tundiya li hemberî jinê zêdetir bike .Alanurê wiha dawî li axafitina xwe anî, "Di bedêla ku peyman bê bihzêkirin tê xwestin ku bê rakirin .Ev nayê famkirin. Li gel ku wê ev helwest tundiyê zêde bike wê di heman demê de kiryarên tundiyê jî biparêze .Ev rwş jî wê encamên neyînî derxîne holê."