'Ji ber ku bi kurdî strand 19 sal ceza li keça min birîn'

  • 09:08 30 Cotmeh 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Dayika Nudem Durak a ku ji ber bi kurdî strand 19 sal ceza lê hat birîn û di Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê de girtî ye Hatîce Durak, diyar kir ku ji temenê keça wê zêdetir ceza lê hatiye birîn û xwest ku keça wê û hemû girtiyên têkoşîna azadiyê serbest bên berdan.  
 
Di 7'e Mijdara 2018'an de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê  kiribûn. Nudem Durak a ku di girtîgehê de bû jî di 1'ê Adara 2019'an de tevlî sedan girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Nudemê ji ber greva birçîbûnê û şert û mercên girtîgehê  bi demê re gelek pirsgirêkên tendûristiyê jiya. Nudem a ku herî dawî emeliyat bû, divê careke din emeliyat bibe. Lê belê tedawiya wê nayê bi hinceta pandemî heye nayê kirin. Dayika Nûdemê Hatîce Dûrak, diyar kir ku rewşa keça wê di xeterê de ye û divê demildest bê emeliyatkirin. 
 
‘Ji ber bi zimanê xwe stran got ceza kirin'
 
Dayika Nudem, Hatîce Durak a ku li bajarokê Dergulê yê Şirnexê dimîne destnîşan kir ku keça wê di temenekî biçûk de hatiye girtin û wiha got: "Nasnameya nûdemê ya xuşa wê ya jê mezintir û jiyana xwe ji dest daye ye. Ji ber ku nûdemê piştî xuşka xwe ya mirî hat dinê ew nasname jê re ma û temenê wê jî li gorî nasnameyê mezin e. Ji ber wê Nudem hîn ku biçûk bû hat girtin. Nûdemê ji ber bi zimanê xwe stran got 19 sal ceza lê hat birîn. Keça min ev ceza heq nekirye. Em vî cezayî tu carî qebûl nakin."
 
'Piştî ku ket girtîgehê ev nexweşiyên wê çêbûn'
 
Hatîceyê, da zanîn ku keça wê ev 3 sal e di Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê de ye lê ew ji ber dûrbûnê nikare biçe cem keça xwe û ev tişt got: "Ez gelek nexweşim û ji ber vê yekê jî ez nikarim rêwîtiya dirêj bikim. Herwiha di warê aborî de jî zahmetiyan dikişînim. Dema diçim hevdîtinê her carê 3 hezar TL pere mesrefa min diçe û ev jî min dike tengasiyê.  Nudem nexweşe û guatira wê heye. Lê tedawiya wê nayê kirin. Divê Nûdemê ameliyat bikin.  Lê nakin. Herwiha ji ber şewba heyî jî ne em dikarin biçin û ne jî girtiyan derdixin hevdîtinê. Em nizanin ku zarokên me diçi rewşê de ne. Keça min dema li derve bû tu nexweşiyên wê tune bûn lê di girtîgehê de gelek nexweşî lê peyda bûne."
 
'Girtî di bin zext û zordariyê de ne'
 
Hatîce, di dirêjiya axaftina xwe de wiha bahsa şert û mercên girtîgehê yên zahmet kir: "Di dema pêvajoya greva birçîbûnê de tiştên ku me ji girtiyan re dişand nedidan wan. Pirtûkên girtiyan ji wan tên girtin û dişewitînin. Nameyên wan jî nadin û nameyên ku ew dişînin jî nayên ji me re. Rojnameyan nadin wan. Girtî di bin zext û zordariyê de ne û tu kes bahsa nexweşiyên wan nake. Girtî nikarin xwe ji vîrûsê biparêzin. Em nikarin biçin hevdîtina wan. Heftê du caran hevdîtina telefonê dikin. Lê bi tenê 10 deqe ye. Ew jî heta ku em dibêjin 'tu çawa yî' diqede. Ez dixwazim keça min sewqê cihekî nêz bê kirin."
 
‘Ji ber fikrên xwe girtî ne'
 
Hatîce, bal kişand ser pakêta darazê  ku girtiyên edlî pê hatin tahliyekirin û wiha berdewam kir: "Girtiyên diz û destdirêjî kirin, hişber firotin û bi kar anîn hemû tahliye kirin. Lê zarokên me bernedan. Zarokên me tenê ji ber fikrên xwe anîn izman girtî ne. Lê ev demeke dirêje ku em nikarin zarokên xwe bibînin. Em rewşa wan meraq dikin û dixwazin bêyî ku tiştek bê serê zarokên me em wan bibînin û rewşşa wan bizanibin." 
 
‘Qey min keça xwe şand?'
 
Hatîce, herî dawî anî ziman ku ji ber keçeke wê di girtîgehê de ye û yek jî tevlî nava refên azadiyê bûye leşker û polîs zêtir zextan lê dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Keça min bi îradeya xwe tevgeriya û çû. Piştî ku keça min çû ji du rojan carê bang li me dikin ku em biçin qereqolême. Ji min re dibêjin 'keça xwe bîne.' Qey min keça xwe şand? Em nizanin keça min dijî yan na. Di qereqolê de ji me re gotin dijî."