Girtî li dijî zextan di grevê de ne: Em bibin dengê girtîgehan

  • 09:06 30 Cotmeh 2020
  • Rojane
WAN - Li dijî zextan girtiyên Girtîgeha Tîpa F'yê ya Wanê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn û çalakiya greva birçîbûnê ket roja xwe ya 46'emîn. Dayika Botan Tîmur ê ku di koma duyem a çalakiya greva birçîbûnê de cihê xwe digire got:"Divê ji bo girtiyan em rabin ser piyan"
 
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Wanê bi daxwaza bidawîbûyina zext û binpêkirinan di 14'ê Îlonê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Çalakiya grevê ket roja xwe ya 46'an lê belê hîn jî daxwazên girtiyan nehatiye qebûlkirin. Dayika Botan Tîmur ê ku di koma duyem a çalakiya greva birçîbûnê de cihê xwe digire, Zubeyde Tîmur got bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. 
 
'Li girtîgehan pir zext hene'
 
Zubeyde da zanîn ku anî ziman ku girtî di warê daxwazên xwe de mafdar in û wiha got:"Li girtîgehan pir zext hene. Ji du hefteyan carekê dan û stendina kantînê heye. Dema xwarin tê dayin muameleyeke ne xweş şanî girtiyan didin. Rojname, name û pirtûkan nadin girtiyan. Wekî her girtiyan mafên wan jî hene."
 
'Ma edalet ev e?'
 
Zubeyde pirsa "dewlet ji zarokên me çi dixwazin" kir û wiha dewam kir:"Em pêkanînên li dijî girtiyan qebûl nakin. Ma qey edalet ev e? Bila hemû malbat li pişt zarokên xwe bisekinin. Divê em li pişta zarokên xwe bin. Divê ji bo girtiyan em rabin ser piyan. Ev zarokana ji ber ku têkoşîneke mafdar didin loma di girtîgehê de ne. Divê em wekî malbatên girtiyan li ber deriyên girtîgehê van pêkanînan şermezar bikin. Divê em bidin dengê girtîgehan"
 
'Heger daxwaz neyên qebûlkirin ew ê greva birçîbûnê dewam bike'
 
Zubeyde bi lêv kir ku ger tiştek bi zarokên wan bê berpirs dewlet e û wiha dewam kir:"Parêzer dixwazin hevdîtinê bi dozgeriyê bikin lê belê dozgerî vê yekê qebûl nake. Daxwaz nayê qebûlkirin. Lawê min got 'Dayê rewşa min baş e. Hevalekî me hefteyekê ne baş bû'. Heger daxwaz neyên qebûlkirin ew ê greva birçîbûnê dewam bike."