'Dewleta tirk zagonên navneteweyî binpê dike'

  • 09:05 30 Cotmeh 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Jinên Gundê Xeşmayê yê girêdayî navçeya Til Temirê, ji salekê zêdetir e ji aliyê dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê ve tên hedefgirtin. Têkildarî mijarê jinan wiha gotin: "Dewleta tirk zagonan binpê dike û sivîlan hedef digire."
 
Ji 9'ê Cotmeha 2019'an û vir ve êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Yek ji cihê ku êriş li ser tê kirin Gundê Xeşmayê yê girêdayî navçeya Til Temirê ye. Jinên Gundê Xeşmayê têkildarî mijarê axivîn. 
 
'Dewleta tirk zagonên navneteweyî binpê dike'
 
Ferha Ilêwî El-Salim wiha dest bi axaftina xwe kir: "Tu çawa rewşa gund dibîne? Yên ku çete nêzî wan bin wê rewşa wan çawa be? Helbet rihet najîn. Derûniya zarokên me ji ber dagirkeriyê û dengê top, balafir û guleyan xirab bûye. Saleke tijî êş û tirs me derbas kir. Ruxmî hevpeymanan jî em dibin hedef. Dewleta tirk zagonên navneteweyî binpê dike."
 
'Ax dagir kirin û zevî şewitandin' 
 
Ferhayê bal kişand ser şêniyên ku li gund dijîn û wiha dirêjî da gotina xwe: "Piraniya şêniyên gund niha koçber in. Em bi xwedîkirina sewalan debara xwe dikin, lê dema ku topbaran çêdibe em wan bi xwe re derdixin. Çeteyan axa me dagir kirin û zeviyên me şewitandin. Îsal me nikarîbû erdê xwe biçînin ji ber ku di bin dagirkeriyê de bû."
 
'Di saetên êvarê de qiyamet radibe'
 
Dira El-Kurdî jî wiha rewşa gund û zehmetiyên ku dikişînin anî ziman: "Saleke em di rewşeke xirab de dijîn û em ji dagirkeran û topan westiyan êdî, kes vê rewşê û dagirkeriyê qebûl nake. Di heman wextê de jî dibistan jî hatine girtin û zarokên me perwerdeyê nabînin. Dewleta tirk me xiste rewşa dagirkerî, tirs, tîbûn û birçîbûnê. Bi roj tiştek tune ye lê di saetên êvarî de qiyamet radibe ji dengê gule û topbaranê. Dewleta tirk û çeteyên wê bi 1 km paş me ne, em ji hebûna wan û hedefgirtina wan a ji jin û zarokan re ne rihet in. Çi gunehê sivîlan heye ku wan dikin hedefa çek û topên xwe?"