Ji mêran daxwaza zêdekirina xebatên atolyeyên TJA'yê

  • 09:04 30 Cotmeh 2020
  • Rojane
Melîke Aydin 
 
ÎZMÎR - TJA di çarçoveya kampanyaya "Em xwe diparêzin" de li Îzmîrê bi mijara wekheviya di navbera jin û mêran de xebatekê atolyeyê pêk anî. Di atolyeyê de jin û mêr li ser rol û misyana jinê ya di nava civakê de nîqaş kirin û gotin atolyeyên bi vî rengî dê veguherandina mêran de rolek mezin bilîze. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya "Em xwe diparêzin" de xebatên cur bi cur li gorî taybetmendiya bajaran tê meşandin. Kampanyaya ku hatî destpêkirin bandorek li ser civakê dihêle. Li Îzmîrê jî xebatên kampanyayê hatin destpêkirin û di çarçoveya xebatan ji bo wekheviya zayendan atolyeyek hat amadekirin. Mêrên ku tevlî xebatên atolyeyê bûn hest û ramanê xwe anîn ziman û bal kişandin ser girîngiya rûbirûmayîna zîhniyeta serdest a mêr. 
 
'Feraseta tenê mêr dikare siyasetê bike...'
 
Endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamê Lîjneya Rêveberiya Navendî Omer Gungor, tevlî atolyeyan bibû got: "Di atolyeyê de li ser şîdeta li hemberî jinê û şîdeta di nava malê de nîqaş hatin kirin. Di nîqaşan de me dît ku mêr di vê mijarê de gelekî qels in. Me di atolyeyê de dît ku astengiya herî mezin a li pêş jinan mêr in û mêr nahelîn ku jin tevlî qada siyasetê bibin. Di nav malê de karbeşî nîne û hemû karê malê li ser milê jinê ye. Hêj jî nêzikatiya me ya feodal li pêş e. Hejî feraseta tenê mêr dikare siyasetê bike li pêş e. Lê belê min di atolyeyê de dît ku hevalên me yên jin jî feodal nêzî tiştan dibin." 
 
'Mêr dê li ser mijara mêrantiyê hûr bibe'
 
Omer, destnîşan kir ku di rêzefîlm û bernameyên televîzyonan de pergala serdest a mêr û mêrantî li pêş e û wiha axivî: "Li dijî zihniyeta serdest divê atolyeyên bi vî rengî bêtir pêk bên. Ev tişt dê refleksekî derxe holê. Min di atolyeyê de dît ku ez jî di qada siyasetê de li hemberî jinê qels nêz dibim. Divê ne tenê di nava sazî û dezgehan de xebatên atolyeyan bên kirin divê di nava gel de jî xebatên atolyeyan bên kirin. Li Dibistanan perwerdeya serdestiya mêr tê dayîn. Perwerdeya li dibistanan tê kirin li dijî jiyana mirovatiyê ye. Li dibistanan perwerdeya kolekirina jinan tê dayîn. Dewlet çawa nêzî civakê dibe, mêr jî wisa nêzî jin û zarokan dibe. Mêr dê di encama refleksê de bêtir li ser xwe hûr bibe û rolê ku ji bo mêran hatî dayîn dê baştir fêm bike û şîrove bike. Nîqaşên me di atolyeyê de kirin gelek pirs di serê me de hiştin. Ez di vê baweriyê de me ku mêrên ku tevlî atolyeyê bûn di nava malê de nîqaşên ku hatî kirin dê bîne bîra xwe."
 
'Bandora feodaliteyê li ser me heye'
 
Rêveberê HDP'ê ya navçeya Konaka Îzmîrê Mehmet Saît Balci tevlî atolyeyê bibû û bal kişand ser nêzikatiyên feodal û wiha bi lêv kir: "Nêzîkatiya feodal hêj bi bandor e. Min vê tiştî di atolyeyê de ferq kir. Jin bêtir kedê dide lê mêr tê dîtin. Nêzakatiya jin divê ji hêla mêran ve bê hêj li pêş e. Me di nîqaşên atoleyeyê de dît ku têkoşerên esas jin e."
 
'Ne dayik û bav dewlet cudakariyê dike' 
 
Kenan Biçer hevserokê HDP'ê ya navçeya Bornovayê ye û diyar di atolyeyê de ser modernîteya kapîtalis nîqaş hatin kirin. Kenan, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di modernîteya kapîtalist de pirsgirêka esasî mêr e û em bêtir li ser ‘kuştina mêrantiyê' hûr bûn. Pegala ku jinê wekî mulk dibîne,  mêran jî wekî mulk dibîne. Niha li Tirkiyeyê kaosek mezin a siyasî heye. Îqtîdar Tirkiyeyê berbi têkçûnê ve dibe. Jin bi navê 'Em xwe diparêzin' xwe birêxistin dikin. Di şîdeta li hemberî jinê de para mêran gelek zêde ye û divê mêr li dijî şîdeta li hemberî jinê bê perwerdekirin. Dema mêr tê dinê ne dayik û bav dewlet cudakariyê dike. Dewlet zextê li mêr dike û mêr jî zextê li jinê dike. Divê kampanyaya ku hatî destpêkirin li her derê Tirkiyeyê bê pêşxistin." 
 
'Hevkariya hevpar dê çawa pêş bikeve?'
 
Hevseroka HDP'ê ya navçeya Bornovayê Aysel Gezgîncî jî bal kişand ser wekheviya di navbera jin û mêran û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Hêza jinê heye ku xwe bipareze lê tenê divê di ferqa hêza xwe de be. Di xebatên atolyeyên ku jin û mêr bi hev re tevlî dibin de mêr serdestiyê dikin. Çend di gotinên xwe de qala wekheviya jin û mêran bike jî her tim mîsyona 'komkirinê' dide jinê. Lê di jiyana rojane de jî gotinên xwe pratîze nakin. Heke jin biçe perwerdeyê jî hincetên wekî 'Kê/kî xwarinê çêke û zarokan xwedî bike' derdixe pêş. An jî dibêjin 'Hevjîna min heke biçe partiyê zarok dê çi bikin û dê xwarin çawa bê çêkirin' dema ev nêzikatî hebe hevkariya hevpar dê çawa bibe." 
 
‘Xebatên bi vî rengî divê li her derê Tirkiyeyê bê dayîn' 
 
Aysel di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan û got: "Mêr bi gotina 'Heke jin jin be mêrên wisa mezin nake' xwe diparêz in. Me di dawiya atolyeyê de dît ku mêrên demokrat bi gotina 'Sûce me nîne em di nava pergalê de wisa hatin mezinkirin' rexnedayîna xwe didin. Mêr guhertinek dixwazin lê dîsa li benda jinê dimînin. Jin her tim di nava têkoşînê de ye û em dixwazin xebatên bi vî rengî li her derê Tirkiyeyê bê dayîn. Di hêla naverokê de dibe ku bê xurtkirin û mijarên wekî şîdeta di nava malê de û mezinkirina zarokan dikarin lê zêde bikin."