'Ciwanên ku pêşengtiya civakê dikin, tên hedefgirtin'

  • 09:03 30 Cotmeh 2020
  • Rojane
Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Jinên Ciwan ên herêma Efrînê diyar kirin ku dijmin rêbazê sixûrtî li ser ciwanan dide meşandin û gotin: "Dijmin ciwanan bi rêya sixûrtî bi kar tînin da ku fikir û ramanên me nas bikin û ciwanan di nava civakê de bihelînin. Her dewleta tirk daxwaz dike civakê têxe bin kontrola xwe."
 
Her dewletên dagirker bi taybetî şerê xwe taybet ser ciwanan dide meşandin û dixwaze ciwanan ji civakê dûr bixe. Her wiha bi rêya sixûrtî ciwanan li gor berjewendiyên xwe bi kar tîne û wan dijberî civakên xwe perwerde dike. Di herêmên dagirkerî de ev bûyer zêdetir tê meşandin ji ber ciwanên li wê herêman ji rêxistin û fikra azad dûrin. Derbarê mijarê de jinên ciwan ên Herêma Efrînê helwestên xwe bi ajansa me re parve kirin.
 
'Divê ciwan nekevin bin bandora şer'
 
Ciwana bi navê Zînê Henan bal kişand ser sixûrtiyê û got: "Erka ku dikeve ser milê me meşandina xebat û avakirina şoreşê ye. Sixûrtî yek ji rêbazên şerê taybet ên ku dewletên faşîst li ser me dide meşandin. Bi rêya sixûrtî ciwanên kurd li dijberî kurdiyetê bi kar tînin. Divê em li hember şerên taybet ku di şexsên ciwanan de tên meşandin xwe bi rêxistin û perwerde bikin da ku nekevin bin bandoriya van şeran û ji dijmin re karê sixûrtî nekin."
 
‘Em ê planên dijmin vala derxin' 
 
Zînê wiha li ser armanca dijmin rawestiya: "Armanca dijmin bi karanîna sixûrtî di nava ciwanan de ew e ku rê û rêbaz, fikir û felsefe û rêxistina me nas bike. Her daxwaz dikin ku vîna ku li ser projeya Netewa Demokratîk hatî îsbatkirin, bişkînin. Divê em têkoşîna xwe li hember daxwaz û armancên dijminê xwe mezin bikin û asta zanebûnê zêdetir bikin. Em ê bi rêya fikir û ramanê Rêber Apo şerên ku li ser me tên meşandin vala derbixînin."
 
'Ciwan tên hedef girtin'
 
Emîne Hec Ebdo diyar kir ku dewletên dagirker bi sixûrtiyê re dixwazin yekbûna gelan tune bikin û wiha got: "Me bi yekbûna tevahî pêkhateyên Sûriyeyê planên dijmin vala derxistin e. Her dewleta tirk a dagirker ji bo yekbûna ku hatî avakirin bê tune kirin, êrîşî jin û ciwanan dike û bi rêya karê sixûrtî ciwanan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Di herêmên dagirkerî de zêdetir ev şerê taybet tê meşandin û ciwanan ji fikra azad bi rêya perwerdeyên sixûrtî dûr dixin. Em wek ciwanên Efrînê li Şehbayê hewil didin xwe bighênin her ciwanekî û wan bi rêxistin, zane û perwerde bikin da ku li ser rêya rast bimeşin û bi şerê taybet a ku dewleta tirk dide meşandin bandor nebin. Ciwan pêşengtiya civakê dikin, loma ji aliyê hêzên dagirker ve tên hedef girtin."