ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2020'Î

  • 09:00 30 Cotmeh 2020
  • Rojev
* Li Mêrdînê dema komkirina fisteqan dest pê kir û jinan berê xwe dan zeviyan. Ji komkirinê heta firotina fisteqan jin kedek mezin didin. BI DÎMEN 
 
*Jinên Ciwan ên herêma Efrînê diyar kirin ku dijmin rêbazê sixûrtî li ser ciwanan dide meşandin û gotin: "Dijmin ciwanan bi rêya sixûrtî bi kar tînin da ku fikir û ramanên me nas bikin û ciwanan di nava civakê de bihelînin. Her dewleta tirk daxwaz dike civakê têxe bin kontrola xwe." BI DÎMEN 
 
*TJA di çarçoveya kampanyaya "Em xwe diparêzin" de li Îzmîrê bi mijara wekheviya di navbera jin û mêran de xebatekê atolyeyê pêk anî. Di atolyeyê de jin û mêr li ser rol û misyana jinê ya di nava civakê de nîqaş kirin û gotin atolyeyên bi vî rengî dê veguherandina mêran de rolek mezin bilîze. BI DÎMEN
 
* Jinên Gundê Xeşmayê yê girêdayî navçeya Til Temirê, ji salekê zêdetir e ji aliyê dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê ve tên hedefgirtin. Têkildarî mijarê jinan wiha gotin: "Dewleta tirk zagonan binpê dike û sivîlan hedef digire." BI DÎMEN 
 
*Li dijî zextan girtiyên Girtîgeha Tîpa F'yê ya Wanê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn û çalakiya greva birçîbûnê ket roja xwe ya 46'emîn. Dayika Botan Tîmur ê ku di koma duyem a çalakiya greva birçîbûnê de cihê xwe digire got:"Divê ji bo girtiyan em rabin ser piyan"BI DÎMEN
 
*Şerê Kobanê di encama têkoşîna şervanên YPJ/YPG'ê û gel de veguherî berxwedaneke Kurdistanî û cîhanî. Piştre di tevahî qadên navneteweyî de bû modela serkeftin û hîmê bingehîn yê tunekirina terora DAIŞ'ê. 
 
*Dayika Nudem Durak a ku ji ber bi kurdî strand 19 sal ceza lê hat birîn û di Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê de girtî ye Hatîce Durak, diyar kir ku ji temenê keça wê zêdetir ceza lê hatiye birîn û xwest ku keça wê û hemû girtiyên têkoşîna azadiyê serbest bên berdan.  DÎMEN HEYE
 
*Psîkologa Pispor Alanur Ozalp, diyar kir ku bi gotinên rayederên dewletê û gotinên li ser navê ol tên kirin tundiya li hemberî jinê roj bi roj zêde dibe û ji bo pêşî li vê tundiyê bê girtin divê piştgirî ji rêxistinên jinan re bê dayîn.  DÎMEN HEYE
 
*Di çarçoveya kampanyaya TJA'yê  ya “Em xwe diparêzin” de li navçeya Silopiyê di derbarê tundiya li dijî jinê panel wê bê lidarxistin. (13.00)