TJA'yê name ji jinên Polonyayî re şand

  • 16:07 29 Cotmeh 2020
  • Rojane
AMED - TJA'yê ji bo mafê kurtajê yê jinên Polonyayê nameya ji bo piştigiriyê şand. Di nameyê de hat gotin 'Dengê ji Varşovayê bilind dibe li Amedê jî bilind dibe'.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji jinên Polonyayî re ji bo pişgiriya wan a mafê kurtajê name şand. Di nameyê de TJA'yê bal kişand ser êrişa bi salan a mêran a destkeftiyên jinan. 
 
Di nameyê de hat gotin naskirina mafê kurtajê ya li Tirkiye û Polonyaya ku Peymana Stenbolê jî dike mijara nîqaşê wekî bidestxistina mafê jiyanî ye. Dengê ji Varşovayê bilind dibe li Amed, Tahran, Silêmanî û Stenbolê olan dide. Biryara Polonyayê êrîşa li dijî bedena jinê ye. 
 
Her wiha hat ragihandin têkoşîna jinên Polonyayî têkoşîna TJA'yê ye û hat gotin ew ê têkoşîna ji bo azadiyê bi dawî nebe.