Leyla Guven: Em ê xwe, welatê xwe û rêberê xwe biparêzin

  • 16:03 29 Cotmeh 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Hevseroka KCK'ê Leyla Guven di çarçoveya kampanyaya TJA yê 'Em xwe diparêzin' de li gundên Merîn û Stelîlê bi jinan re civiya. Leyla bal kişand ser kampanyayê û got: "Dixwazin dîroka me, axa me û me tune bikin. Lê em ê li dijî hişmendiya mêr şer bikin. Lê em ê bedena xwe, welatê xwe û rêberê xwe biparêzin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi navê "Em xwe diparêzin" di 15'ê îlonê de ji bo 4 mehan kampanyayek dabû dest pê kirin. Kampanya li gelek bajaran didome û di çarçoveya kampanyayê de çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Çalekvanên TJA'yê îro ji li navçeya Nisêbînê li gundên Marîna û gundê Stelîlê çûn serdana jinan. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCK) ê Leyla Guven, meclîsa jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên navçe û bajêr û aktîvîstên Tevgera Jinên TJA'yê beşdarî çalekiyê bûn. 
 
'Dem dema azadiyê ye'
 
Leyla Guven di hevdîtinê de bi jinan re axivî û wiha got: "Îqtîdar bi her awayî êrişê Gelê Kurd dike. Bi gef, bi polîtîkayên qayûmê, bi tecrît herwiha bi gelek êrişên cur be cur re dixwazin rêya gel bigirin. Lewra li dijî van êrişan sekin û dengê Gelê Kurd ji aliyê hemû dinyayê ve hat nas kirin. Bila gelê me moralê xwe xira neke. Em ê deriyê hemû girtîgehan vekin. Dem dema azadî û li hev hatinê ye."
 
Leyla di berdewamiya axaftina xwe de bal kişan li ser kampanyaya "Em xwe diparêzin" û wiha got: "Em xwe li hember çi diparêzin? Em xwe li hemberî polîtîkayên êrişên taybet yên dewleta tirk diparêzin. Li hemberî polîtîkayên wan ên tacîz, tecawiz, hişbirê em xwe diparêzin. Jin, ciwan û civak em ê xwezaya xwe û civaka xwe biparêzin. Dewlet dibêje bila siyasetê nekin çi dikin bila bikin. Destûr nadin ku jin li ser van xakan azad bijîn. Jin dê li hemberî polîtîkayên wan têkoşînê bidin meşandin. Em ê bedena xwe, axa xwe, welatê xwe û rêberê xwe biparêzin."