Hevserokên HDP’î dê sibê derxin edliyê

  • 14:50 29 Cotmeh 2020
  • Rojane
AMED - Di serdagirtina avahiyên HDP'ê de hevserokên Rêxistina HDP’ê ya bajêr û ya navçeya Yenîşehîrê hatibûn binçavkirin û 8 roj in li emniyetê tên girtin, li bendêye sibe sewqî edliyê bên kirin. 
 
Hevserokên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Zeyyat Ceylan û Hevserokên Navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizici û Kasim Kaya yên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêve bir de, di serdegirtinên avahiyên partiyan ên di 22’yê Cotmehê de hatibûn binçavkirin, 8 roj in li Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan tên girtin. 
 
Hevserok û 4 kesên di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin, ji bo 4 rojên din dema binçavkirina wan bê dirêjkirin di 26’ê Cotmehê de sewqî Edliya Amedê hatibûn kirin. Piştî ku Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Nobedar biryara dirêjkirina binçavkirinê li rûyê wan xwend, cardin paşve birin Miduriyeta Polîsan.  
 
Ciwanên bi navê Abdulbarî Ablay û Serhat Keklîk ên di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin duh bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. 
 
Li bendêye ku sibe hevserokan sewqî edliyê bikin.