MEBYA - DER: Dixwazin êşa malbatan zêde bikin

  • 13:47 29 Cotmeh 2020
  • Rojane
AMED - MEBYA-DER'ê derbarê 6 cenazeyên ku 35 roj in li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin de daxuyanî da û got: “Ew dixwazin bi wî awayî êşa malbatan zêde bikin. Lê wê malbat dê we şopdarên zarokên xwe bibin û xwedî li zarokên xwe derkevin.”
 
Li Şirnexê, cenazeyên 6 HPG’iyên ku di pevçûnên li çiyayên Gebar û Cûdî de jiyana xwe ji dest dane, 35 roj in li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên rawestandin û radestî malbatên wan nayên kirin. Cenazeyan bi hinceta ku encamên testên DNA’yê aşkera nebûne nadin malbatan. Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyan de Winda Kirine (MEBYA-DER) derbarê nedayina cenazeyan de daxuyanî da.
 
'Dê şopdarên zarokên xwe bin'
 
 Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag diyar kir ku helwesta tê bikaranîn li dijî mirovahtiyê ye û got: “Malbat bi rojan e li ber deriyê morgê sekinandine. Li gel ku malbatan cenaze teşîs kirine jî nadin malbatan. Bi pêkanînên li ser goristan û cenazeyan dixwazin êşa malbatan zêde bikin. Zorê didin malbatan, dibêjin 'ew keç û kurê we yên ku jiyana xwe jidest dane divê hûn ji nifûsa xwe derxînin'. Ew tişt nayê qebûl kirin. Ez zilma ku li malbatên kurd tê kirin wê li zilimkaran vegere. Malbata heta dawî dê xwedî li zarokên xwe derkevin û şopdarên wan bin. ”