Keleka koçberan binav bû: 4 kesî jiyana xwe ji dest da

  • 12:56 29 Cotmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Keleka koçberên ku dixwestin ji Fransayê biçin Brîtanyayê binav bû. Di encama binavbûna kelekê de 4 kesî jiyana xwe ji dest da.
 
Li gorî agahiyên ku BBC tirkî dayî keleka penaberan ku dixwestin ji Fransayê bi rêya Deryaya Manşê biçin Brîtanyayê binav bû. Hat ragihandin ku 4 kesî jiyana xwe ji dest daye û 15 kes jî hatine rizagarkirin. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin 4 koçberên ku jiyana xwe ji dest dane kurd in, ji bajarê Serdeştê yê rojhilatê Kurdistanê ne û ji heman malbatê ne. 
 
Navê kesên ku mirin; Shiva Mohammad Panahi (35), Rasoul Iran-Nejad (35), Anita (9) û Armin (6),  piştika 15 mehî Artîn e ku  hê nehatiye dîtin.