‘Bi operasyonê dixwazin HDP'ê û pergala hevserokatiyê krîmînalîze bikin'

  • 09:12 29 Cotmeh 2020
  • Rojane
AMED - Siyasetmedar û aktîvîstên TJA'yê bertek nîşanî binçavkirina hevserokên HDP'ê dan û gotin: "Bi binçavkirinan dixwazin pergala hevserokatiyê û HDP'ê krîmînalîze bikin. Operasyona li hemberî HDP'ê tê wateya qirkirina siyasî."
 
Di 22'yê cotmehê de li hemberî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amed û navçeya Yenîşehîrê operasyonek pêk hat. Operasyon bi talîmata Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve pêk hat û li her du avahiyên rêxistinê lêgerîn hatin kirin. Piştre jî hevserokên bajêr Hulya Alokmen Uyanik û Zeyyat Ceylan, hevserokên navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizici û Kasim Kaya hatin binçavkirin. 8 roj in Hulya, Remziye, Zeyyat û Kasim di binçavan de ne. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên HDP'ê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bertek nîşanî binçavkirinan dan. 
 
'Hikûmet nikare birêvebibe kaosek diafirîne"
 
Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Bajêr Seval Gulmez, diyar kir ku êdî tifaqa AKP'ê û MHP'ê nabe bersiva civakê û got: "Hikûmet tenê alîgirên xwe û kesên ku nêzê xwe diparêz e û dewlemend dike. Lê wekî din tevahiya civakê bi birçibûnê re mehkûm kiriye. HDP hewl dide ku bibe bersiva pirsgirêkên civakê lê tifaqa AKP û MHP'ê vî tiştî hezm nake. Li hemberî pêkhatiyên HDP'ê êrişekî topyekûn daye destpêkirin. Ji ber ku nikarin rêveberiyê bikin hewl didin ku kaosek biafirînin. Li hemberî kesên muxalîf operasyonên siyasî yên qirkirinê dide meşandin." 
 
'Tu wateya dirêjkirina dema binçavkirinê nîne'
 
Aktîvîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn, HDP li herêmê siyasetek dide meşandin û bûye dengê gel û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Îqtîdar li hemberî nasnameya jinê, jinên ku têdikoşin û jinên ku dixwazin bibin bersiva pirsgirêkên civakê êrişek daye destpêkirin. Îqtîdar di serî de bi rêya qeyûman êrişê HDP'ê kir û niha jî ev êrîşê xwe  didomîne. Tu wateya dirêjkirina dema binçavkirina hevserokan nîne. Nêzî salek û nîv e avahiya HDP'ê bi kamereyan tê şopandin. Her demê polîs li vir in, lê dîsa jî bi ser partiyê de girtin." 
 
'Partiya me partiya gel e' 
 
Hevseroka HDP'ê ya navçeya Peyasê Besîle Narîn diyar kir ku HDP'ê li Tirkiyeyê partiya 3'yem e û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Fikr û ramanê HDP'ê diyar in û bi gelê xwe re tevdigere. Bi binçavkirin û girtinan dixwazin di nava gel de tirsê serdest bikin. Dixwazin bi binçavkirin û girtinan hêza partiyê qels bikin. HDP'ê ji bilî têkoşînê tiştek din nake, HDP dev jî têkoşîna xwe bernade, ji ber ku em partiya gel in û dixwazin têkiliya me bi gel re qut bikin." 
 
'Dixwazin civakê bitirsînin'
 
Aktîvîsta TJA'yê Emîne Kaya bertek nîşanî binçavkirina hevserokan da û wiha axivî: "Remziye Sizici hêj nû ji girtîgehê derket. Bi binçavkirin û girtinan dixwazin pergala hevserokatiyê krîmînalîze bikin. Bi operasyanan dixwazin civakê bitirsînin. Dema bi ser partiya Yenîşehîdê de girtin ez li avahiyê bûm. Li vir dest danîn ser al û posterên TJA û partiyê."