Guler Tunç: Bi şewatê koçberiyê ferz dikin

  • 09:08 29 Cotmeh 2020
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunç, derbarê şewatên ku bi meha ne li çiyayên Cudî û Gabar û Bestayê berdewam dike de axivî û got: "Heta roja îro jî tu mudaxaleyê şewatê nekirin û ev tişt tê wateya bêtehemûliya dewletê ya li hemberî kurd û xwezayê. Îro jî polîtîkayên salên 90'î kirine dewrê."
 
Bi her awayî talan û texrîpkirina xwezeya herêmê didome. 4 meh in li çiyayên Cûdî, Gabar û Bestayê şewat didome. Di encama şewatê de qadek mezin ên daristanê  şewitin. Hemû zindî bi şewatê re tune bûn. Her wiha bax û bostanên gundiyan jî şewitin. Bi her awayî zirarek mezin gihaşt xweza û gundên derdor e. Texrîpkirin û talankirina xwezaya herêmê di çarçoveya polîtîkayên şer ên taybet de tê meşandin. Derbarê mijarê de hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Cizîra Şirnexê Guler Tunç ji ajansa me re axivî û bal kişand ser polîtîkayên dewletê ya li hemberî şewatên daristanên herêmê. 
 
Guler, anî ziman ku çiyayên Cudî, Gabar û Bestayê ne bi tenê di van mehan de her wiha bi sala ne tên şewitandin. Guler, bal kişand ser polîtîka û êrîşên salên 90'î ên li dijî gundan pêk hatî û wiha axivî: "Di salên 90'î de gund, daristan, çiya, bax û baxce hemû hatin şewitandin. Qadên sewalên ku diçêrin hemû hatin şewitandin. Pêkanînên salên 90'î niha jî berdewam dike. Ev 4 mehên dawiyê jî gelek deverên çiyayê Cudî hatin şewidandin."
 
‘Li hemû derdora bajêr û gundan qereqol hatin çêkirin'
 
Guler, di axaftina xwe de bal kişand ser avakirina qereqolan û got: "Li derdora bajêr û gundan qereqol hatin çêkirin. Heta niha nêzî 200 qereqol hatine înşakirin û hîn jî tên çêkirin. Leşker û cerdewanên ku di van qereqolan de dijîn tehemûliya wan ji xweza û daristanên me re tuneye. Gundê Cifane gundê min e û bi mehane dişewite. Li dijî şewatê jî nahêlin em biçin gundê xwe. Dema şewat dest pê kir şaredariya Şirnexê û Waliyê Şirnexê ji gundiyan re gotin 'me meşgûl nekin. Ev ne karê me ye. Ger hûn dixwazin vemirînin biçin vemirînin. Lê ger tiştekî hat serê we em ne berpirsyarin. Ger naxwazin piştgûh bikin.' Bi tu awayî şewatê venemirandin gundî bi derfetên xwe çûn şewatê vemirandin."
 
‘Gundiyan mehkûmê taritiyê dikin' 
 
Guler, destnîşan kir ku li heremê şewatên ku pêk tên parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet e û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li ser gel şerê derûniyê tê meşandin. Ev tiştên ku tên kirin li dijî tunekirina Gelê Kurd e. Di ketina gundan de noqteyên lêgerînê hene. Ketin û derketina gund de nasname tên kontrol kirin. Gundiyên ku dixwazin biçin gund bi tenê 2 saetan destûr didin. Dema gundî dernekevin jî ji wan re dibêjin 'Ger tiştek bê serê we berpirsyarê wê ne em in' û ceza didin. Kesên ku destûra wan hebin dikarin bi maşîneyên xwe bikevin gund. Nahêlin ku em bikevin gund. Gundî êvara nikarin ronahiyên xwe pêxin. Bi tenê qereqol dikare ronahiya pêxe. Gundiyan mehkûmê taritiyê dikin. Nahêlin ku sewalan bibin çêrê û nebatan kom bikin."
 
‘Koçberiyê ferz dikin' 
 
Guler, diyar kir ku gund parçeyek nasnameya wan e û got: "Gundiyên li wê derê li dijîn, li dijî zilma dewletê li ber xwe didin. Dewletê gelek soz da gundiyan. Lê niha ceyran tuneye û rêyen gund nayên çêkirin. Derdora gund bi qereqolan hatiye dorpêçkirin û ceyranên wan hene. Dewlet her sal sozên cuda dide gundiyan. Armanca wan ew e ku di salên 90'î de gundiyên ku pergala cerdewaniyê qebûl nekirin niha li wan bidin qebûl kirin. Bi şewata daristanan ve koçberiyê li gundiyan ferz dikin."
 
‘Em xwezaya xwe bi tu tiştekî nagûherînin'
 
Guler, da zanîn ku li bajarên Tirkiyeyê dema şewat pêk tên demildest mûdaxale tê kirin, li bajarên Kurdistanê mûdaxale nayên kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi rojan diqêrin lê tu kes dengê me nabihîze. Li dijî şewatê çalakiyên me didomin lê belê ev têr nake. Divê em li dijî şewata daristanê bikevin nava hewldanan û xwedî li xwezayê derkevin."