'Şandeya Siwêdê piştgirî da projeya netewa demokratîk'

  • 09:07 29 Cotmeh 2020
  • Rojane
Roj Hozan - Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Endama Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve, Sena Deham, têkildarî hevdîtina bi şandeya Wezareta Derve ya Siwêdê re nirxandin kir. Senayê wiha got: "Serdana şandeyê ya ji bo Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca pêşkêşkirina piştgiriya siyasî, diplomasî û alîkariya mirovî bû ku pêwist e Rêveberiya Xweser ji bo destûra Sûriya pêşerojê xwedî biryar be. Şandeyê soza pêşkêşkirina alîkariyê da û wê di demên pêşiya me de ev têkeve piratîkê."
 
Di 17’ê Cotmeha 2020’an de şandeyeke Wezareta Derve ya Siwêdê serdana Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û hevdîtin bi rayedarên Rêveberiya Xweser re çêkir. Şandeya dîplomatîk û mirovî ku 5 rojan li herêmê ma, serdana gelek sazî, dezgeh, kampên koçberan û rêxistinên mirovî kir. Her wiha di rêzecivînên xwe de bi rayedarên Rêveberiya Xweser re civiyan û ji bo projeya demokratîk a li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya xwe pêşkêş kirin. Têkildarî mijarê  Endama Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Sena Deham, nirxandin kir. 
 
'Şandeya Siwêdê piştigiriya xwe diyar kir'
 
Sena di destpêka axaftina xwe de armanca serdana şandeya Wezareta Derve ya Siwêdê nirxand û wiha got: "Serdana şandeyê ya ji bo Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca pêşkêşkirina piştgiriya siyasî, diplomasî û alîkariya mirovî bû. Kesên ku di şandeyê de jî karê wan têkildarî van mijaran bû. Di destpêkê de rewşa şerê ku li Sûriyeyê diqewime bi rengekî giştî hate nirxandin, her wiha rewşa herêmê û Rêveberiya Xweser jî hate nîqaşkirin. Şandeyê jî piştgiriya xwe ji herêmê re pêşkêş kir."
 
'Şandeya Siwêdê piştgirî da projeya netewa demokratîk'
 
Sena di domandina axafina xwe de bal kişand ser xalên girîng ên ku di navbera wan û şandeyê de hatin nîqaşkirin û wiha domand: "Ji xalên girîng ên vê hevdîtinê yek jê ew e ku pêwist e Rêveberiya Xweser jî ji bo destûra Sûriya pêşerojê xwedî biryar be û di nav de jî cih bigire. Li ser pirsgirêka Sûriyeyê nîqaşên girîng derketin pêş, şandeyê jî piştgiriya xwe ji bo projeya netewa demokratîk a di herêmê  de ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û ne navendî, nîşan da. Şandeyê xweset ku Rêveberiya Xweser jî bibe beşek ji çareseriya aloziya di Sûriyeyê de."
 
'Şandeya Siwêdê rewşa herêmê ji nêz ve şopand'
 
Sena di nava nirxandinên xwe de destnîşan kir ku şandeya Wezareta Derve ya Siwêdê nîqaşên berfireh li ser binpêkirinên dewleta tirk di herêmê de, kir û wiha pê de çû: "Yek ji xalên din ên ku di nava nîqaşên me de derket pêş ew e binpêkirinên dewleta tirk û êrîşên wê yên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Şandeyê di nîqaşê de bal kişand ser êrîş, dagirkerî, kuştin, koçberî û destdirêjiya ser jinan ku ew bi xwe jî van kiryaran li dijî exlaqên mirovî dibînin. Şandeyê bi xwe jî serdana kampên koçberan kir û rewş ji nêz ve şopandin. Rapor û belge ji wan re diçûn, lê hemû binpêkirinên li ser erdê bi çavdêriya xwe dîtin. Rastiyên heyî ji devê koçberan bihîstin, li pirsgirêkên wan guhdar kirin, êşên koçberên Efrînê û Serkêkaniyê ji nêz ve bihîstin, yanî em dikarin bêjin ketin kûrahiya rewşa heyî."
 
'Şandeyê soza pêşkêşkirina alîkariyê da'
 
Sena di dewamiya gotina xwe de li ser mijara alîkariya mirovî ya ji bo herêmê ku ew jî di hevdîtina bi şandeyê re hat nîqaşkirin axivî û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ji bo rewşa mirovî ya di Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, şandeyê nîqaşên dewlemend kir. Taybet piştî girtina deriyê sînor ê aliyê Til Koçerê ku bi riya vî derî alîkariyên mirovî derbas dibûn, bi girtina sînor re êdî alîkariyên mirovî hatin sekinandin. Alîkarî ku ji aliyê rêxistinên mirovahî ve tên, di aliyê Paytexta Sûriyeyê Şamê re derbasî Sûriyeyê dibûn, herêmên me para xwe jê nedigirt. Her wiha ketina meriyeta Zagona Qeyser û bandora wê ya li ser herêmên me jî hate nîqaşkirin. Me ji şandeyê xwest ku deriyê sînor ê Til Koçerê bê vekirin. Mijara belavbûna Vîrusa Koronayê jî di nîqaşên me de derket pêş ku herêm bi kêm derfetên tenduristî bi vê nexweşiyê re rû bi rû maye. Me xwest ku di aliyê tenduristiyê de jî alîkarî bê dayin. Şandeyê soza pêşkêşkirina alîkariyê daye me û wê di demên pêşiya me de tiştên ku hatine nîqaşkirin têkevin piratîkê. Hevdîtinên me wê bi wan re her dem bên çêkirin û dewam bikin."  
 
'Divê adgeheke navneteweyî çêbibe û çete bên cezakirin'
 
Li ser mijara çeteyên DAIŞ’ê û rêbazên darizandina wan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sena nêrîn da û ev tişt got: "Şandeya Wezareta Derve ya Siwêdê di mijara darizandina çeteyên DAIŞ’ê de tu nêrînên xwe neanîn ziman û nîqaş li ser wê nehat kirin, ji ber ev mijar girêdayi dadgehan e. Lê her kes dizane ku berî niha jî Rêveberiya Xweser û gelê herêmê jî xwestine ku çeteyên DAIŞ’ê yên ku destên wan di şer û qetilkirina mirovên heremê de  heye, hemû pêwist e ser vê xakê bên darizandin. Tiştên ku çeteyên DAIŞ’ê kirine li dijî pîvanên mirovahiyê ne. Em hemû jî dizanin ku tu dewlet jî çeteyên xwe yên teror naxwazin bigirin, ji ber ev yek xeteriyê ser welatên wan jî dide avakirin. Lê ya girîg ji bo me ku dadgeheke navneteweyî adil çêbibe û ev çete cezayên xwe bigirin."