'Ji bo rawestandina şer li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin'

  • 09:06 29 Cotmeh 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Dayikên Şirnexî, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivîn û gotin: "Bi girankirina terîdê re şer mezintir bû. Ji bo ku şer raweste divê em jin li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin."  
 
Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye û ji 20'ê Tirmeha 2011'an de heta niha jî di bin tecrîdeke girankirî de ye. Abdullah Ocalan demek dirêje bi malbat û parêzerên xwe re nikare hevdîtinê bike. Bi taybetî jî piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê ya li Tirkiyeyê tecrîda li Îmraliyê girantir bû. Dayikên Şirnexê, têkildarî tecrîdê de axivîn. 
 
Safiye Belge(65) beriya axaftina xwe slavên xwe ji Girtîgeha Îmraliyê re rêkirin û got ku ew jî dixwazin weke gelên din di nav aramî û azadiyê de bijîn. Safiye, daxwaza xwe ya ji bo azadiyê dubare kir û wiha got: "Em azadiyê dixwazin. Em dixwazin wekî hemû serokên cîhanê Serokê me jî azad be û ligel me be. Bi girankirina tecrîdê re şert û mercên jiyanê zor û zehmettir bûn. Bi taybetî jî li girtîgehan rewş xetertir bû. Ev pêkanînên dijmirovî hemû ji ber kurdbûna me tên serê me. Lê em kurd hatine dinê û em ê kurd jî bimirin. Em tu carî nasnameya xwe înkar nekin. Em xweşî û bextewariyê dixwazin. Ji bo sekinandina şer divê tecrîd bê rakirin. Îqtîdar ji bo berjewendiyên xwe tecrîdê giran dike. Îro gelek siyasetmedarên me yên kurd di girtîgehan de tên girtin. Daxwaza me ew e ku ev şer bê sekinandin û êdî tu kes jiyana xwe ji dest nede. Em êdî naxwazin dayik rondikan bibarînin. Ger ku îro serokê me azad bûya em ê jî azad bûna. Ji bo azadî û aştiyek mayîn de divê tecrîd bê rakirin."
 
'Nikarin vîna me bişkînin'
 
Taybet Tatli(48) jî tecrîda hatiye girankirin şermezar kir û wiha domand: "Wekî hemû gelan mafê me kurdan jî heye ku em jiyanek azad bijîn. Bi salan e ku dewlet zordestiyê li me kurdan dike. Êdî jiyaneke aram mafê me ye jî. Serokê me ji bo jiyaneke azad têkoşîn da destpêkirin û rêya azadiyê nîşanî me da. Em dixwazin bi zimanê xwe bijîn. Lê dewlet zimanê me qedexe dike. Çi dikin bila bikin ew nikarin vîna me bişkînin.  Em dixwazin serokê me azad bibe. Ger ku Serokê me azad be dê ev şer jî bêsekinandin û çareserî pêk bê. Em naxwazin tu kes bên kuştin.  Bi salan e em daxwaza aştî û azadiyek mayîn de dikin. Kesê ku kurd e bila xwedî Serok derbikeve. Em tecrîda li ser Serok şermezar dikin. Heta kengî em ê bindest bin. Tecawizî zarokên me dikin, zarokên me dikûjin û dikin girtîgehan. Em slavên xwe ji Îmraliyê re rê dikin."  
 
'Tecrîd sûc e divê bê rakirin'
 
Fatma Kûçûk(50) jî ev tişt anî ziman: " Em tecrîda li Îmraliyê ku hatiye girankirin şermezar dikin û qebûl nakin. Daxwaza me ew e ku tecrîd bê rakirin. Em jiyanek aram, xweş û azad dixwazin. Bi salan e em di nava şer de dijîn. Bi vî şerî re gelek kesî jiyana xwe ji destda û hîn jî ji dest didin. Ev şer bi taybtî bi girankirina tecrîdê re mezin bû. Tecrîd bandoreke mezin li ser jiyana me dike. Li hemû qadên jiyanê êrîşî me dikin. Ji bo ev şer bê sekinandin divê demildest tecrîd bê rakirin. Tecrîd nayê qebûlkirin û tecrîd sûc e ddivê bê rakirin. Ji bo rakirina tecrîdê divê her kes rabe ser piyan. Ji ber ku ev tecrîd di heman demê de li ser Gelê Kurd tê meşandin. Divê li dijî tecrîdê em dengê xwe bilind bikin."
 
'Mirov di nava çar dîwaran de nikarin tiştekî bikin' 
 
Hiznê Aslan(45) jî destnîşan kir ku tecrîda hatiye girankirin bandorê li ser tevahî civakê dike û wiha pêl da axaftina xwe: "Ev tecrîd bi taybetî jî bandorê li ser jinan dike. Ji ber ku kesê rêya azadiyê ji me re vekiriye Serokatî bi xwe ye. Ji ber vê yekê jî tecrîd zêdetir bandorê li jiyana jinan dike. Tecrîd bandora xwe li ser tevahiya civaka kurd dike. Ez berê ne di ferqa tu mafên xwe de bû lê niha di ferqa hebûn û nasnameya xwe de me. Serokê me rê nîşanî me da û me jî bi têkoşînê rêya rast nas kir. Îqtîdar bi awayek keyfî vê tecrîdê giran dike. Ger ku bi Serok re hevdîtin bihatana kirin dê îro ev şer nebûyaû cihan ji bo me xweştir bûya. Îqtîdar naxwaze ku Gelê Kurd azad be û zana be û tecrîdê giran dike. Mirov di nava çar dîwaran de nikarin tiştekî bikin. Ji ber wê divê serokê me azad be."
 
'Divê jin dengê xwe bilind bikin'
 
Hiznê, di dawiya axaftina xwe de got li hember vê tecrîdê divê jin dengê xwe bilind bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji berxwedanê wêdetir tu tişt tune ye. Divê mirov tim li ber xwe bide. Dê berxwedana me vê zilmê bide sekinandin. Bi girankirina tecrîdê re di girtîgehan de binpêkirina mafan zêde bû. Ji bo ev zilm bi dawî bibe divê teqez tecrîd bê rakirin. Bila hemû gelê cihanê bizanibe ku li me kurdan zilm tê kirin û dengê me bibihîze. Li me dayikan jî zilm tê kirin. Ji ber ku îqtîdar me digire û dike girtîgehan. Divê em li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin."