'Girtiyên edlî hînbûyina tirkî lê ferz dikin'

  • 09:03 29 Cotmeh 2020
  • Rojane
WAN - Xizma girtiya nexweş Pavizk Demir a 68 salî, Pakize Demir da zanîn ku Pavizkê di bin navê îzolasyonê bi girtiyên edlî re di heman koguşê de tê girtin û got girtiyên edlî jê re dibêjin "Em ji zimanê te fam nakin, heger tê li vir bimînê hînî tirkî bibe".
 
Girtiya nexweş Pavizk Demir di çarçoveya lepîrsina KCK'ê de di 2'yê Nîsana 2012'an de hat girtin û piştî darizandina 8 mehî hat tehliyekirin. Piştî cezayê wê yê 6 sal û 3 mehî hat erêkirin şûnde di 4'ê Adara 2019'an de dîsa hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê. Pavizka ceza lê hat birîn nexweşiyên fitixa piştê, mîgren, tansiyon, şekir pê re heye. Xizma Pavizkê, Pakize Demir da zanîn ku ji ber Pavizikê dilerize di meşandinê û bicihanîna pêdiviyên xwe de zehmetiyan dibîne û wiha got:"Em ji ber rewşa tendirustiya Pavizkê bi fikar in. Bila hemû girtiyên nexweş û siyasî serbest bên berdan."
 
'Gelek nexweşiyên wê hene'
 
Hevjîna lawê Pavizk Demir, Pakize Demir da zanîn ku di heman demê de nexweşiya romantîzma ya Pavizkê jî heye û wiha dewam kir:"Pavizkê her dem dibin nexweşxaneyê. Her ku dizîvire jî 14 rojî dikin bin karantînayê. Roja borî dîsa biribûn nexweşxaneyê û di vegerê de dîsa di koguşa girtiyên adlîde di bin navê îzolasyonê de kiribûn karantînayê. Berê jî li koguşa edliyan a karantinayê mabû û 9 rojan xwarin nexwaribû. Girtiyên edlî zext li kiribûn û gotinbûn tu çima bi me re xwarinê naxwe. Her wiha jê re gotine 'Em ji zimanê te fam nakin, heger tê li vir bimînê hînî tirkî bibe'."
 
'Ricifa canê wê zêde bûye'
 
Pakizeyê da zanîn ku tedawiya Pavizkê kêm tê kirin û wiha pê de çû: "Pavizkê nexwestiye MR a wê bê girtin. Ji ber ku tirsiyaye. Lê belê bijîşk gotiye 'tiştekî tu bitirse' tune ye. Piştî ku emara wê hatiye girtin şûnde ricifa canê wê zêde bûye. Nikare li xwe mêze bike. Dema ji dirincêkan hildikije zehmetiyan dibîne, bêyî alîkariyê nikare hilkişe, nikare îskanê bigire, nikare îbadeta xwe bike. Ez çar roj berê çûm hevdîtina girtî û dema telefonê digire zehmetiyê dibîne. Ji ber diricife min gelek gotinên wê fam nekir. Rewşa wê gelekî xirab e."
 
'Em ji ber rewşa tendirustiyê ya Pavizikê bi fikar in'
 
Pakizeyê da zanîn ku ew ji ber rewşa tendurustiyê ya Pavizkê bi fikar in û wiha bi dawî kir: "Têkildarî tendurustiya wê de em ne xwedî agahiyên zelal in. Ew jî nizane. Ji ber zêdebûyina ricifandina wê ew difikire ku nexweşiyeke wê ya din heye û bijîşk jê re nabêjin. Pavizkê da zanîn ku ew ji ber bi tirkî nizane got 'bila parêzerên min ji bijîşkên min bêjin ka gelo nexweşiyeke min din heye yan na. Ji ber ku berê ricifa canê min ewqas ne zêde bû'. Diyar kir ku her roj serê wê diêşe û êşbirê bi kar tîne."