'Hêzên hegemon li gor berjewendiyên xwe bi çaranûsa gel dilîzin'

  • 09:02 29 Cotmeh 2020
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Jinên Êzidî yên Kantona Efrînê li dijî hevpeymana di navbera hikûmeta Îraqê û Hewlêrê ya li ser Şengalê de nerazîbûnên xwe nîşan dan û wiha gotin: "Hevpeymana ku li ser Şengalê pêk hatiye em qebûl nakin. Hêzên hegemon li gor berjewendiyên xwe bi çarenûsa gelê me dilîzin. Biryara me wê di destên me de be û em tu hêzên din qebûl nakin."
 
Di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera hikûmeta Bexda û Hewlêrê de hevpeymanek li ser Şengalê hate îmzekirin. Ev hevpeyman bê îrade û razîbûna gelê Şengalê ye ku êdî  wê hikûmeta Bexda kontrola xwe li ser Şengalê bike. Kurdên Êzidî di Şengalê de rêxistina xwe ava kirine û civaka xwe bi rengekî demokratîk bi rê ve dibin, ji bo wê bê îradeya xwe tu hêzên din li ser axa Şengalê qebûl nakin. Têkildarî mijarê jinên Êzidî yên Kantona Efrînê li dijî hevpeymana di navbera hikûmeta Bexda û Hewlêrê de ya li ser Şengalê nerazîbûnên xwe nîşan dan û nêrîna xwe bi me re parve kirin. 
 
'Li gor berjewendiyên xwe bi çaranûsa gel dilîzin’
 
Jina bi navê Leyla Liyas bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Şengalê û bêdengiya dewletan û wiha got: "Bi fermana DAIŞ’ê re li ser Şengalê, civak di qirkirin û komkujiyan re derbas bû. Dewletên herêmî û navneteweyî jî ji xwe re temaşe dikirin. Civaka me bê parastin hiştin û niha jî dixwazin biryaran li ser me bidin. Hêzên hegemon li gor berjewendiyên xwe bi çarenûsa gel dilîzin û dixwazin careke din civaka me kole bikin. Biryara me wê di destên me de be û em tu hêzên din qebûl nakin." 
 
'Em ê li dijî planên qirker têbikoşin'
 
Di dawiyê de Leyla diyar kir ku ji bo tunekirina sîstema wekhevî û projeya netewa demokratîk ku di Şengalê de belav bûye, hêzên desthilatdar tev digerin û wiha bi dawî kir: "Bi rizgarkirina Şengalê re ji bo ku êdî ev civak bi xwe parastina xwe bike û xwe bi rêve bibe, meclîs û sazî hatin avakirin. Kurdên Êzidî bi îradeya xwe dîsa ser piyan man. Bi saya fikir û felsefeya demokratîk kurdên Êzidî rêxistina xwe xurt dikin. Niha jî dixwazin bi siyasetên xwe yên qirêj derbeyekê li sîstema wekhevî û fikrê demokratîk bixin. Peyman wê tu carî neyê qebûlkirin û em ê li dijî wê têbikoşin."
 
'Em ê hêzên desthilatdar têk bibin'
 
Jina bi navê Filê Ebdo jî peymana hikûmeta Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê şermezar kir û ev tişt got: "Ev Nêzî 6 sal in ku civaka Şengalê xwe li ser fikir û ramanên azad bi rêxistin û perwerde dike. Wê tu carî jî vê peymanê qebûl nekin. Gelê Şengalê bedelên giranbuha ji bo parastina ax û ola xwe ya daye. Bi berxwedan û têkoşîna xwe em ê hêzên desthilatdar têk bibin."