ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2020'Î

  • 09:00 29 Cotmeh 2020
  • Rojev
*Jinên Êzidî yên Kantona Efrînê li dijî hevpeymana di navbera hikûmeta Îraqê û Hewlêrê ya li ser Şengalê de nerazîbûnên xwe nîşan dan û wiha gotin: "Hevpeymana ku li ser Şengalê pêk hatiye em qebûl nakin. Hêzên hegemon li gor berjewendiyên xwe bi çarenûsa gelê me dilîzin. Biryara me wê di destên me de be û em tu hêzên din qebûl nakin." DÎMEN HEYE
 
*Xizma girtiya nexweş Pavizik Demir a 68 salî, Pakize Demir da zanîn ku Pavizikê di bin navê îzolasyonê bi girtiyên edlî re di heman koguşê de tê girtin û got girtiyên edlî jê re dibêjin "Em ji zimanê te fam nakin, heger tê li vir bimînê hînî tirkî bibe". DÎMEN HEYE
 
*Di bin şerd û mercên jiyanê yên zehmet de, jinên kampa Serêkaniyê li berxwe didin û jiyanê diafirînin. Jina bi navê Fatme Emîn li ber deriyê çadira xwe baxçe ava kiriye û derbarê xebata xwe de wiha dibêjê: "Dema rihê alîkariyê li pêş be berhem jî pir dibe, ev rih jî me ji jiyana xwe ya komînal girtiye. Jin li kîjan deverê be jiyanê zindî dike." DÎMEN HEYE
 
*Dayikên Şirnexî, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivîn û gotin: "Bi girankirina terîdê re şer mezintir bû. Ji bo ku şer raweste divê em jin li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin."  DÎMEN HEYE
 
*Endama Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve, Sena Deham, têkildarî hevdîtina bi şandeya Wezareta Derve ya Siwêdê re nirxandin kir. Senayê wiha got: "Serdana şandeyê ya ji bo Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca pêşkêşkirina piştgiriya siyasî, diplomasî û alîkariya mirovî bû ku pêwist e Rêveberiya Xweser ji bo destûra Sûriya pêşerojê xwedî biryar be. Şandeyê soza pêşkêşkirina alîkariyê da û wê di demên pêşiya me de ev têkeve piratîkê."  DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunç, derbarê şewatên ku bi meha ne li çiyayên Cudî û Gabar û Bestayê berdewam dike de axivî û got: "Heta roja îro jî tu mudaxaleyê şewatê nekirin û ev tişt tê wateya bêtehemûliya dewletê ya li hemberî kurd û xwezayê. Îro jî polîtîkayên salên 90'î kirine dewrê." BI DÎMEN 
 
*Baxçeyên Hewselê ku wek ‘cerga bajêr’ tê binavkirin û di nav Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya ÛNESCO’yê de cih digire, bi şewat, çop, gilêş û birîna daran ve tê texrîp kirin. BI DÎMEN 
 
*Siyasetmedar û aktîvîstên TJA'yê bertek nîşanî binçavkirina hevserokên HDP'ê dan û gotin: "Bi binçavkirinan dixwazin pergala hevserokatiyê û HDP'ê krîmînalîze bikin. Operasyona li hemberî HDP'ê tê wateya qirkirina siyasî." BI DÎMEN 
 
*Piştî hewildana darbeyê bi KHK'yê yekemîn ajansa jinê ya Tirkiyeyê, JINHA jî di nav de 15 dezgehên weşanê yên çapemeniyê hatin girtin. Ji ser girtina 15 dezgehên weşanê yên çapemeniyê 4 sal derbas bû. Ji wê rojê heta niha dengê rojnamegeran her bilindtir bûn. 
BI DÎMEN