'Em edaletê dixwazin'

  • 16:08 28 Cotmeh 2020
  • Rojane
ENQERE - Endamê Lîjneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Sevîl Tûrgût, diyar kir ku di Komkujiya Roboskî de edalet pek nehatiye û wiha got: “Em mafê xwe yê jiyanê yê aştiyane, ronîkirina komkujiyan û pêkhatine edaletê daxwaz dikin.”
 
Hewldana Edaleta ji bo Roboskî, bi munasebeta meha 106’emîn a Komkujiya Roboskî, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê civîna çapameniyê li dar xist. Di civînê de Endamê Lîjneya Rêveveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Sevîl Tûrgût, diyar kir ku di ser komkujiyê de 3 hezar û 227 roj derbas bûne û hê jî edalet pêk nehatiye. 
 
'Em edaletê dixwazin'
 
Sevîl, tiştên ku şeva komkujiyê pêk hatibûn bi bîr xist û ev tişt got: “Dewlet ku ji pêkanîna destnedan û pîroziya jiyana mirovan berpirsyar e, li dijî vê komkujiyê û komkujiyên mîna wê tu berpirsyariya xwe bi cih nanî û nayne. Em çiqas dengê xwe li dijî binpêkirinên mafan û neheqiyan bilind dikin ewqas  binpêkirinên nû û komkujî, zilm û pêkanînên li dijî mirovahiyê pêk tên. Em mafê xwe yê jiyanê yê aştiyane, ronîkirina komkujiyan û pêkhatine edaletê daxwaz dikin.”