'Jinê jiyan bi çandê xemiland'

  • 15:26 28 Cotmeh 2020
  • Rojane
Rojda Seyidaxan
 
QAMIŞLO - Hevseroka Tevgera Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Botan ku tevlî Konfransa Tevgera Kevana Zêrîn bû wiha got: "Koka me ya çandê ji jinê dest pê kiriye, ya ku herî bêhtir çand parast li ser kokê ma û jiyan fêrî çandê kir jin û dayik bû."
 
Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Bi çanda jina azad hunera şoreşê birêsin û dagirkeriyê têk bibin" 2'yemîn konferansa xwe li navenda Çand û Hunerê Aram Tîkran ya bajarokê Rimêlanê ya girêdayî navçeya Girkêlegê ya li Kantona Qamişloyê bi tevlîbûna 150 delegeyî li dar xist. Di derbarê konferansê de Hevseroka Tevgera Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Botan nêrîna xwe parve kir.
 
'Bi îradeya xwe em li hemberî zor û zehmetiyan bisekinin'
 
Nesrînê di destpêka gotina xwe de bal kişand ser kar û xebatên Tevgera Kevana Zêrîn û wiha got: "Ev du sal ji ser konfransa yekem ya Kevana Zêrîn derbas dibe. Di van her du salan de kar û xebatên Kevana Zêrîn bi rengekî baş derket pêşberî gelê me û tesîreke baş li civakê kir. Jinên ku di Tevgera Kevana Zêrîn de cihê xwe digirin, li hember hemû zor û zehmetiyan sekinîn û xwedî helwesteke xurt bûn. Tevgera Kevana Zêrîn roleke sereke di nava hemû pêkhateyan de girt û hemû pêkhate bi çanda xwe re derdiket pêşberî civaka xwe. Biryarên ku me di konferansa yekem de girtine, kêm zêde me bi cih anîn. Her wiha em ê divê konferansê de biryarên hîn girîngtir bigirin û em ê bi hêza jinan bixin meriyetê. Projeyên ku em daynin pêşiya xwe em ê bi hemû zimanan çêbikin da ku em hemû pêkhate bi hev re ruhê wekheviyê nîşanî cihanê bidin."
 
'Dewleta tirk ji çanda me bi tirs e'
 
Nesrînê di dirêjahiya axaftina xwe de balkişan ser êrîşên dewleta tirk û wiha domand: "Armanca dewleta tirk a van êrîşan ew e ku çand û hunera me têk bibe. Di hemû êrîşan de yekem çandê hildibijêre û ji bo qirkirinê her rêbazê bi kar tîne. Me li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî dît ku yekem çanda gelan kir armanc û êrîşî xweza, mal, milk, cihên dîrokî kir û guhertina demografiyê bi kar anî. Dewleta tirk ji çanda Gelê Kurd bi tirs e. Em ê li dijî van êrîşan her dem li ser piyan bin, çalakî û xebatên pir xurt bidin meşandin. Çiqas êrîş li ser me were jî em dev ji çanda xwe ya resen bernadin û em ê her bidin jiyîn." 
 
'Xwedî li çanda xwe derkevin'
 
Nesrînê herî dawî diyar kir ku ew ê çanda xwe ya dayikê her dem zindî bihêlin û wiha bi dawî kir: "Koka me ya çandê ji jinê dest pê kiriye, ya ku herî bêhtir çand parastiye û li ser kokê maye jin e. Biryarên me yên destpêkê jî ew bû ku em xwedî li dayik û dapîrên xwe derkevin. Banga min ji hemû gelan û bi taybet jinan heye ku xwedî li çanda xwe derkevin. Em ê jî herdem  nifş bi nifş zarokên xwe fêrî çanda xwe bikin da ku çanda me neyê jibîrkirin."