Ew ê çalakiyên 25'ê Mijdarê mehekê dewam bikin

  • 13:01 28 Cotmeh 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Platforma Jinê ya Îzmîrê ragihand ku ew ê çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê mehekê dewam bikin. 
 
Platforma Jinê ya Îzmîrê amadekariyên xwe yên ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê li 1'emîn Şaxa Egitim Senê ya Îzmîrê bi civîna çapemeniyê ragihand. Li ser navê platformê Nazli Can Ozdemir bername xwend. 
 
'Mêtingeriya keda jinê û tundî zêde bûn'
 
Nazli da zanîn ku îktarê û kesên kar didin pandemî veguhertine fersendê, bi vê yekê dixwazin tundiya li ser jinê rewa bikin û wiha got:"Loma keda jinê nayê dîtin. Ji ber qeyrana aboriyê di destpêkê de jin ji karê xwe tên derxistin. Kesên kar didin pandemiyê dikin hincet û mobînga li ser jinê dewam dikin. Xwendekarên jin wekî alava karê erzan tên dîtin."
 
'Dewlet li komkujiya jinan tenê temaşe dike'
 
Nazliyê bi lêv kir ku tundiya derûnî, aborî, laşî ya li ser jinê zêde bûye û wiha got:"Bi polîtîkayên îktidarê jin dibin hedef. Dewlet li komkujiya jinan tenê temaşe dike. Her wiha tevî vê yekê Peymana Stenbolê jî dike mijara bazarê. Me jî wekî jin li kolanan gotin em dev ji têkoşîna ji bo Peymana Stenbolê bernadin. Ji ber me wiha got polîsan tundî li me kirin. Ji ber têkoşîna me niha dev ji vê bazarê berdane. Ji bo Peymana Stenbolê têkeve meriyetê jî em ê berxwedana xwe dewam bikin."
 
'Ew ê çalakiyên 25'ê Mijdarê mehekê dewam bikin'
 
Nazliyê herî dawî wiha got:"Em ê soza ya li dijî îktidara ku dixwaze tundî bibe perçeyekî jiyana me di 25'ê Mijdarê de bêjin. Ew ê çalakiyên 25'ê Mijdarê mehekê dewam bikin. Em ê ji hefteya yekem a mijdarê dest pê bikin. Ew ê di nava çalakiyan de pêşandana filîman, pêşangeh, atolye hebin. Hinek çalakiyên din jî em ê li ser medyaya civakî di rojên pêş de dîroka wê diyar bikin. Em hemû jinan vedixwînin van çalakiyan."