Ciwanên Serêkaniyê û Hesekê dest bi meşa dirêj kirin

  • 10:13 28 Cotmeh 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Bi armanca şermezarkirina êrişa dewleta tirk ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî bi pêşengtiya ciwanên Serêkaniyê û Hesekê dest bi meşek dirêj kirin.
 
Di 9'ê cotmehê de dewleta tirk bi çekên giran û qedexekirî êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Îro bi pêşengtiya ciwanên Serêkaniyê û Hesekê meşek dirêj hat lidarxistin. Meşvanan wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Em ê teqez bi ser bikevin" hilgirtibûn. Meş ji Kampa Waşûkaniyê dest pê kir, dê li navçeya Til Temirê bi daxuyaniyekê were rawestandin.
 
Endama Ciwanên Hesekê Besma Mihemed êrişên dewleta tirk ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kir û wih got: "Rêber Apo dibêje 'Me bi ciwantî dest pê kir  em ê bi ciwantî bi ser bikevin' em ê çalakiyên cur be cur li dar bixin heta ku em dagirkeriyê têk bibin û Rêber Apo azad bikin. Bi têkoşîn û berxwedanê em ê teqez bi ser bikevin. Ez bang li tevahî ciwanan dikim li hember dagirkeriyê helwestên xwe nîşan bidin."