'Li dijî êrîşan û zehmetiyên zivistanê em ê li berxwe bidin'

  • 09:06 28 Cotmeh 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Xidra Iliyas a li Gundê Gozeliyê dimîne têkildarî zehmetiyên bi hatina zivistanê re dibînin û êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê da zanîn ku tevî hemû zehmetiyan ew alternatîfên ji bo debara jiyanê ji xwe re ava dikin û wiha got:"Em neçar in ku alternatîfan ava bikin û li gundê xwe bijîn. Li dijî êrişan û zehmetiyên zivistanê em ê li berxwe bidin." 
 
Li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê ku ev zêdetirî salekê ye dewam dike, afirandina alternatîfên sivîlên ku bi axa xwe ve girêdayî ne û naxwazin terik bikin, dewam dike. Gundê Gozeliyê yê bi çend metreyan dikeve başûrê rêya M4 û bi 13 km li rojavayê navçeya Til Temirê dikeve her bi êrîşan rû bi rû dimîne. Jinên gund bi hatina demsala zivistanê re amadekariyên xwe dikin û li dijî êrîşan jî li berxwe didin. Xidra Iliyas têkildarî êrîş û zehmetiyên zivistanê axivî. 
 
'Bi rengekî pir baş me amadekariya zivistanê kiriye'
 
Xidrayê di destpêka gotina xwe de bal kişand ser berhêmên ku bi dest dixin û wiha got:"Da ku em bê şîr, mast û penêr nemînin em pez xwedî dikin û pê debara jiyana xwe dikin. Li kêleka wê jî erdekî me heye me ew çandiye. Me baxçeyê zebzeyan jî çêkir. Her wiha me ka ji bo pezê xwe jî di vê havînê de daye hev. Me bi rengekî pir baş amadekariya zivistanê kiriye. Dema gaza me xilas dibe em nanê tenûr û sêlê çêdikin."
 
'Alîkariya derdorê jî dikim'
 
Xidrayê bi lêv kir ku ew alîkariya derdorê jî dike û wiha dom kir: "Dema ku ez nan lêdixim  û mast çêdikim, ez li cîran û şervanên li gund dimînin û me diparêzin, belav dikim. Ji ber ku elektirîk tune ye em xwarinê li ser agir çêdikin û avê jî li ser agir germ dikin."
 
'Dema mazot tune be em ê sobeyên ardû bi kar bînin'
 
Xidrayê destnîşan kir ku ew ji bo zivistanê êzîng, tepik û bişkolan amade dikin da ku xwe gerim bikin û wiha pê de çû: "Me pembo çandiye, di dema pêş de jî em ê êzingan jî rakin û kom bikin. Li kêleka wê jî em bişkol, tepik û darikên pemboyan didin hev hişk dikin, da ku di zivistanê de dema mazot tune be, em sobeyên ardû bi kar bînin. Me ode tijî bişkol û darikên pembo kiriye da ku di zivistanê de em zehmetiyan nekişînin. Me him ji bo xwe û him jî ji bo lawirên xwe amadekariyê zivistanê kirine."
 
'Li dijî êrîşan û zehmetiyên zivistanê em ê li berxwe bidin'
 
Xidrayê wiha bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em rojekê bê tirs serê xwe danaynin ser balîfê, lê em çawa bikin nikarin dev ji axa xwe berdin. Ji dema êrîşa DAIŞ'ê ya 2015'an heta niha em di nava tirsê de dijîn. Em naxwazin  dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê axa dapîr û bapîrê me dagir bike. Em neçar in ku alternatîfan ava bikin û li gundê xwe bijîn. Li dijî êrişan û zehmetiyên zivistanê em ê li berxwe bidin."