'Em tu carî îxanetê li gelê xwe nakin'

  • 09:04 28 Cotmeh 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Hatîce Tatli ya ku ji ber zarokên wê tevli nava têkoşîna azadiyê bûne tu zexta ku dewletê lê kiriye nemaye got: " Em tucarî li hember zoardariyê serî natewînin û em îxanetê li gelê xwe nekin. Ji ber ku di xwîna me de îxanet tune ye wê zarokên me jî tu carî îxanetê li gelê xwe nakin."
 
Zext û zordariya dewletê ya li heberî Gelê Kurd roj bi roj zêde dibe. Îqtîdara AKP -MHP'ê ku tehemûlî hevbûna kurdan nake her roj bi hinceteke cuda êrîşî malbatên welatparêz dike. Bi taybetî jî li herêmê ev rewş xwe bi polîtîqayên ji aliyê îqtîdarê  ve tên meşandin ên wekî serdegirtina malan, girtin, tehdît û heqaretan xwe dide der. Bi taybetî jî êrîşî malbatên ku zarokên wan tevli têkoşîna azadiya Kurdistanê bûne tê kirin. Yek ji van malbatên ku bi zextên îqdarê re rûbirû dimînin jî malbata Hatîce Tatli ya li Hezexa Şirnxeê ye ku zarokên wê teli têkoşîna azadiyê bûne ye. 
 
Hatîce Tatli ya 70 salî ku keça wê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide, kurekî wê tevlî refên azadiyê bûye û kurekî wê jî di girtîgehê de ye. Hatîce  piştî zarokên wê tevlî refên azadiyê dibin tim bi zext û zordariyên dewletê re rûbirû dimîne. Keça wê Negrîn Tatli ji ber zextên dewletê ku li dijî kurdan tên kirin di sala 2012'an de tevlî refên azadiyê dibe. Kurê wê jî yê neçû leşkeriyê piştî xwîşka xwe berê xwe da refên azadiyê. Hatîce, gotina kurê xwe "Ez ê neçim leşkeriyê" bi bîr anî û got ji ber vê yekê tevlî şoreşê bûye. Hatîce, anî ziman ku ji wê rojê vir de ji kurê xwe tu agahî negirtiye.      
 
‘Êşa zarokên min hîn di dilê min de ye'
 
Hatîce, destnîşan kir ku ji ber zext û zordariyên dewletê ji malbata wê gelek kes tevlî PKK'ê bûne û keça wê Negrîn jî di sala 2017'an de li Efrînê ku dema Tirkiyeyê Efrîn dagir kir jiyana xwe ji dest daye. Hatîce, bi lêv kir ku tu carî zextên dewletê bi dawî nebûne û got: "Keça min şehît ket, kurekî min li çiyê ye û kurekî min jî di girtîgehê de ye. Kurekî min jî ji ber qezeya trafîkê jiyana xwe ji dest da. Êşa zarokên min hîn di dilê min de ye. Ev jî têr nake dewlet li ser me zextan dimeşîne. Berî bi demekê dema em di xewde bûn polîsan bi ser mala me de girtin û mala me belav kirin, behsa kurê min ê çûye çiyê kirin û gotin 'Ayhan li ku ye'. Min jî ji wan re got 'hûn zanin kurê min li ku ye, çima dipirsin?' û bertek nîşanê wan da. Bi saetan li malê geriyan. Ew jî zanin ku kurê min li ku derê ye. Lê ji bo zilmê bikin wiha tevdigerin."
 
‘Di xwîna me de îxanet tune ye'
 
Hatîce, diyar kir ku ne dewlet û ne jî ew bi dewletê re nabin dost û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewlet li dijî me êrîşan dide meşandin. Ji ber ku em kurd in êrîşî me dike. Ji ber zarokên me tevlî PKK'ê bûne êrîşî me dikin. Çi ji me dixwazin. Em ê tu carî daxwazên wan bi cih neynin û em ê weke wan nebin. Ew ê tiştê ku dixwazin nikaribin bi dest bixin. Ew dixwazin me bikin sîxur. Lê em ê nebin sîxur. Zarokên me rûmeta me ne û em bi wan serbilind in. Em ê tu carî îxanetê nekin. Di xwîna me de îxanet  tune ye. Zarokên me jî tu carî îxanetê li gelê xwe nakin. Ne bi tenê kurê min her wiha bi hezaran kes tevlî refên azadiyê bûne. Ew hemû zarokên me ne. Em ê tu carî li hember zilmê serî netewînin. Em ê li dijî zext û zordariyên dewletê li ber xwe bidin û li têkoşîna zarokên xwe xwedî derkevin"
 
 'Bi awayek bêhiqûqî hatiye girtin'
 
 Hatîce, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser kurê xwe yê girtî Saît Tatli jî  û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kurê min havînê hat girtin û hîn doza wî berdewam dike. Bi awayek bêhiqûqî hatiye girtin. Bi mehane di bin şert û mercên zehmet de di girtîgehê de tê girtin. Bi pêvajoya pandemiyê re li girtîgehan pirsgirêk gelek mezin bûn. Kurê min jî bi mehan e di girtîgehê de ye. Li derve zarokên wî li benda wî ne. Bi mehane zarokên wî bavê xwe nabînin. Bi pandemiyê re rewş her ku çû xiraptir bû. Di girtîgehan de binpêkirina mafan zêde bû û em nikarin biçin hevdîtina kurê xwe."