Zelox Reşîd: Li hember plan û lihevkirinan yekîtî girîng e

  • 09:03 28 Cotmeh 2020
  • Rojane
Sozda Oremar
 
ŞEHBA - Ji Rêveberiya Desteya Jinê ya Herêma Efrînê Zelox Reşîd derbarê lihevkirin û planên dewletan ên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir. Zeloxê wiha got: "Lihevkirin û planên ku di nava dewletên desthilatdar de tên kirin li ser hesabên xaka me ne. Li hember van lihevkirinan û planan yekîtî girîng e."
 
Geşedan û pirsgirêkên Rojhilata Navîn her rû didin û heta niha çareseriyên mayinde nehatine dîtin. Bi tayebt li Sûriyeyê pirsgirêk û pevçûn mezintir dibin. Girêdayî lihevkirin û planên dewletên desthilatdar ên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji Rêveberiya Desteya Jinê ya Herêma Efrînê Zelox Reşîd nirxandin kir.
 
'Lihevkirin û bazarên desthilatdaran li ser herêmên me ne'
 
Zeloxê diyar kir ku plan û lihevkirina dewletên desthilatdar ên li ser Herêmên Sûriyeyê hene û wiha dest bi gotina xwe kir: "Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve her dewletên derve dixwazin mudaxaleyê bikin. Li ser rûyê erdê hemû dewlet dijminên hevdu ne, lê di rastiyê û di bin masê de lihevkirin tê meşandin. Lihevkirinên ku ji aliyê hikumeta AKP’ê ve tên çêkirin li ser hesabê Kurdan û herêmên Rojavayê Kurdistanê ne. Dagirkirina Efrînê li ser esasê lihevkirina di navbera hikumeta AKP’ê û Rûsyayê de bû. Di heman demê de li Rojhilatê Firatê jî bi mudaxaleya Erdogan û vekişandina Emerîka, bêdengiya ku pêşketî xuya dike lihevkirinek dîsa li ser herêmên Sûriyeyê hat kirin. Ev lihevkirin jî encama meşandina komployek li ser kurdan û tunekirina projeya netewa demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû."
 
'Her dewletek dixwaza para xwe ji Sûriyeyê bigirin'
 
Di nava nirxandina xwe de Zeloxê bal kişand ser hevpeymana Sûtşî ya di sala 2018’an de û wiha pê de çû: "Li gor hevpeymana Sûtşî ya sala 2018’an dewleta tirkiyê 12 noqteyên xwe li derdora Idlibê ava kir. Di demên dawî de dewleta tirk a dagirker ji noqteya xwe ya herî mezin a li Mûrikê vekişiya, ev jî tê wateya ku carek din bazar û lihevkirin heye. Di heman rojê de dewleta tirk a dagirker êrîşî Eyn Îsayê kir. Ji vê rewşê diyar dibe ku di navbera her du bûyeran de girêdanek siyasî ya dewleta tirk û Rûsiyayê ve heye. Her wiha bi êrîşkirina Eyn Îsayê dixwazin zextê li ser hêzên QSD’ê bikin ji bo ku rê li pêşiya Rûsan vekin û noqteyek xwe li Dêrikê bide avakirin. Her dewletek dixwaze para xwe ji herêmên Sûriyeyê bigirin."
 
'Li hember pilan û lihevkirinan yekîtî girîng e'
 
Zeloxê di dawiya nirxandina xwe de daxwaz kir ku li hember van bazaran û lihevkirinan gelên herêmê daxwaz û rêzên xwe bikin yek û wiha bi dawî kir: "Li hember bazar û lihevkirinên ku li ser xaka me tê kirin, pêwist e ku em daxwaz û rêza xwe bikin yek. Dewletên desthilatdar ne tenê armanca wan dagirkirina herêmên me ne, li kêleka wê guhertina demografîk û qirkirinê jî pêk tînin. Em careke din banga yekîtiyê dikin ji bo ku em bikaribin li hember van pilanan xak û hebûna xwe biparêzin. Bazar û firotinên mezin li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin. Hêzên hegemonîk naxwazin projeya Netewa Demokratîk bi ser bikeve û li cîhanê bê belavkirin."