Koçberên Kampa Waşûkaniyê dest bi amadekariya çileyê kirin

  • 09:02 28 Cotmeh 2020
  • Rojane
 
 
Necah Miîş - Hêlîn Gemo
 
HESEKÊ - Tevî zor û zehmetiyan û derfetên kêm koçberên Kampa Waşûkaniyê jiyana xwe berdewam dikin. Koçbera Serêkaniyê Fatma Ibrahim a dest bi amadekariya erzaqên zivistanê kiriye wiha got: "Berî êrîşa dewleta tirk, em di nava jiyaneke arama de bûn. Dema ku zivistan dihat me gelek erzaqên zivistanê çêdikir, lê niha li gor derfetên kêm em ji bo xwe amadekariyên zivistanê dikin."
 
Di 9'ê Cotmehê de dewleta tirk  bi balafir û çekê giran êrîşî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî kir. Bi hezaran sivîl hatin qetilkirin, her wiha welatiyên wê deverê ji neçarî dev ji mal û milkên xwe berdan û berê xwe dan deverên bi ewle. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser ji koçberên Serêkaniyê re kampa Waşûkaniyê ya ku dikeve rojavayê bajarê Hesekê ava kir. Koçber tevî zor û zehmetiyan jiyana xwe berdewam dikin û ji ber hatina zivistanê dest bi çêkirina erzaqên zivistanê kirin. Fatma Ibrahim a ji Gundê Diweêra yê girêdayî Serêkaniyê ye, derbarê amadekariya zivistanê de axivî. 
 
'Em nizanin bê çi bi mal û milkên me hat'
 
Fatmayê di destpêka gotina xwe de diyar kir ku tenê bi cilê li xwe ji gund derketin û wiha got: "Dema dewleta tirk a dagirker êrîşî bajarê me kir, me dev ji mal û milkê xwe berda û tenê bi cilên li xwe em ji gundê xwe derketin, hemû tiştên me li wir man. Em nizanin bê çi bi mal û milkên me hat, lê tê gotin ku hemû tişt hatine dizîn. Ji xwe mane hatine ji bo talan û wêrankirinê."
 
'Keda me ya bi salan di kêliyekê de hilweşiya'
 
Fatmayê da zanîn ku dewleta tirk keda wê ya bi salan di kêliyekê de rûxandiye û wiha domand: "Ez bi şev û roj li çola û di nava zeviyan de bê rawestan dixebitîm, bi wê kedê hêdî hêdî me malek bi ser hev ve anî. Lê êrîşên dewleta tirk û ketina wan a nava gund û milkên me de keda bi salan di kêliyekê de hilweşandin, tiştên mayî jî hemû dizîn."
 
'Ji ber derfetên kêm em amadekariyê dikin'
 
Fatmayê wiha behsa jiyana xwe ya berî koçberiyê kir: "Berî êrîşa dewleta tirk, em di nava jiyaneke aram de bûn. Dema ku zivistan dihat me gelek erzaqên mîna rûn, goştê xwê kirî, şînkahiyên hişkirî û gelek xwarinên din ji bo zivistanê çêdikir. Lê niha ji ber derfetên kêm, tenê megdûs û rîçal em çêdikin."
 
'Ji ber nebûna karûbarên bingehîn em êşê dikişînin' 
 
Fatmayê bang li rêxistinên navneteweyî kir da ku alîkariya wan bikin û wiha bi dawî kir: "Ji ber nebûna karûbarên bingehîn û kêmbûna rola rêxistinên mirovî  em êşê dikişînin. Ez bang li hemû rêxistinên navneteweyî dikim da ku alîkariyê bi me re bikin û pêwistiyên me yên rojane bi cî bînin. Her wiha hêvî dikim ku di demeke nêzîk de ev ewrê reş û tarî ji ser me here, em ji koçberiyê xelas bin û vegerin cih û warên xwe."