ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2020'Î

  • 09:00 28 Cotmeh 2020
  • Rojev
*Tevî zor û zehmetiyan û derfetên kêm koçberên Kampa Waşûkaniyê jiyana xwe berdewam dikin. Koçbera Serêkaniyê Fatma Ibrahim a dest bi amadekariya erzaqên zivistanê kiriye wiha got: "Berî êrîşa dewleta tirk, em di nava jiyaneke arama de bûn. Dema ku zivistan dihat me gelek erzaqên zivistanê çêdikir, lê niha li gor derfetên kêm em ji bo xwe amadekariyên zivistanê dikin." DÎMEN HEYE
 
*Dayika Vîldan Nerede ya ku ji aliyê Ramazan Rerede yê pê re hatibû zewicandin ve hat qetilkirin Nursel Yilmaz, diyar kir ku keça wê bi komployekê hatiye qetilkirin û ew ê hata dawî şodarê doza wê be. Nurselê bang li jinan kir ku li doza keça wê xwedî derkevin.  
 
*Ji Rêveberiya Desteya Jinê ya Herêma Efrînê Zelox Reşîd derbarê lihevkirin û planên dewletan ên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir. Zeloxê wiha got: "Lihevkirin û planên ku di nava dewletên desthilatdar de tên kirin li ser hesabên xaka me ne. Li hember van lihevkirinan û planan yekîtî girîng e." DÎMEN HEYE
 
* Hatîce Tatli ya ku ji ber zarokên wê tevli nava têkoşîna azadiyê bûne tu zexta ku dewletê lê kiriye nemaye got: " Em tucarî li hember zoardariyê serî natewînin û em îxanetê li gelê xwe nekin. Ji ber ku di xwîna me de îxanet tune ye wê zarokên me jî tu carî îxanetê li gelê xwe nakin." BI DÎMEN
 
*Xidra Iliyas a li Gundê Gozeliyê dimîne têkildarî zehmetiyên bi hatina zivistanê re dibînin û êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê da zanîn ku tevî hemû zehmetiyan ew alternatîfên ji bo debara jiyanê ji xwe re ava dikin û wiha got:"Em neçar in ku alternatîfan ava bikin û li gundê xwe bijîn. Li dijî êrişan û zehmetiyên zivistanê em ê li berxwe bidin."  DÎMEN HEYE
 
*Wêneyên Şandeya Jinên Êzidî ya di hevdîtinên li Silêmanî û Bexdayê ku derketin holê divê mirov hêsan şîrove neke. Jinên ku bi salan di nava civakê de bê îrade hatibûn hiştin îro li dijî bê îradehiştina civaka êzidî ketin nava liv û tevgerê. Ji Pênûsa Jinan 
 
*Ew ê bi pêşengiya Kongreya Star li Helebê Pêşangeha Pirtûkan dest pê bike. (17.00)
 
*Tevgera Çanda Jinê ya Kevana Zêrîn wê konferansa xwe ya 2'yemîn li Kantona Qamişloyê li dar bixîne. (09.00)