Ayşe Gokan bang kir ku hemû kes li zimanê xwe xwedî derkeve

  • 15:17 27 Cotmeh 2020
  • Rojane
AMED - Berdevka TJA'yê Ayşe Gokan bal kişand ser zextên li ser çand, ziman, hunera kurdî û bang kir ku her kes li ziman, çand û hunera kurdî xwedî derkeve. 
 
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokan bal kişand ser zextên li ser çand, ziman, hunera kurdî. Ayşe li ser hesabê medyaya civakî ya TJA'yê da zanîn ku zext li ser ziman, çand û hunera Gelê Kurd heye. 
 
'Jiyaneke bê ziman nabe'
 
Ayşeyê banga xwedîderketina li ziman çand û hunerê kir û wiha got:"Ziman parçeyekî beden û xwezayê ye. Ziman bê qetikirin ew ê hucreyên xweza û bedenê bên qetilkirin. Her peyvek hucreyeke xwezayê ne. Heger ziman nebe ew ê her komkujî pêk were. Li Rojava Rejîma Sûriyeyê Zimanê Kurdî wekî zimanê fermî qebûl nake. Ev tê wateya qetilkirina civakê. Jiyana bê ziman nabe. Ziman hebûn e."