Li Mexmûrê helwesta ENKS'ê hat şermezarkirin

  • 13:25 27 Cotmeh 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li hemberî helwesta ENKS'ê ya derbarê perwerdeya bi zimanê kurdî didomin, Qada Perwerdê ya Mexmûrê jî bi daxuyaniyekê bertek nîşan da û got helwesta ENKS'ê bi tu awayî nayê qebûlkirin. 
 
Qada Perwerdê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî helwesta ENK'ê ya li hemberî perwerdeya bi zimanê kurdî li parka Şehîd Aryen Cûdî daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê xwendevan Sevgî Yeman ve hat xwendin.
 
Daxuyaniya ku hatî dayîn wiha ye: "Gelê bi rumet bi sedsalane dagirkerên Kurdistanê ji bo tunekirina gelê me xwestine zimanê me ji holê rakin. Bi teybet piştî damezerandina komara faşista a tirk, bi pişaftina li ser zimanê em hatiye zêde kirin. Ji bo pêk anina vê planê bi sed hezaran mirovên me di qirkirinê re hatine derbas kirin bi deh hezaran gund hatine şawetandin û wêran kirin. Li gel van qirkirina bi deh salan çand û hunera Gelê Kurd jî hatiye qedexe kirin dîsa ji bo bikarin vî zimanê pîroz û kevnar ji holê rabikin bi sed hezaran zarokên me di dibistanên xwe de perwerde kirine. Her çiqasî bi derketina tekoşîna azadiyê re hinek ev pişaftin hatibe asteng kirin jî lê dijminê dagirker hin dest ji xeyalên xwe yên pişaftina zimanê kurdî û tunekirina Gelê Kurd bernedaye. 
 
Dagirkerê ku bi dehan sal in ji bo tunekirin û ji holê rakina ziman û çanda Gelê Kurd hewldayî nekarî bikê bigihê armanca xwe. Îro bi destê çend xwe firoşê Kurd dixwezin xwe bigihin encamekî. Bi vê boneyê, êrişên xwe yên çekdarî yên li ser Başûrê welat, bi PDK'ê ya ku xwe weke partiyek kurdî dide bi nav kirin, dide erê kirin. Her wiha ENKS bi awayekî pir vekirî vê daxwaza dewleta tirk pêk tine bêyî ku şerm bike li himberî tevahî Gelê Kurd dixwaze zimanê kurdî ji holê bê rakirin. Vê bê rêziya xwe li Rojavayê Kurdistanê ya ku bost bi bost bi xwîna pekrewana hatiye avdan, bê ku şerm bike, tine ziman. 
 
Ji bo vê, em wek qada perwerê ya wergeha Şehîd Rustem Cûdî ji ber vê daxuyaniya îxanetwerî, ENKS'ê bi awayekî tund şermezar dikin. Her wiha, em bang li van xayîn xwe firoşan dikin ku dest ji van kiryarên û reftarên xwe berdin. Dîsa em bang li wan dikin bila baş bizanibin em ê tu caran rê nedin ku ser xwîna şehîdên me bazariya erzan bidin meşandin. Her weha em bagî tevahî Gelê Kurd dikin ku li henberî vê îxanetê bêdeng neminin û dengê xwe bilin bikin."