Yekîtiya Mamosteyan daxwaza ENKS'ê ya li dijî ziman şermezar kir

  • 12:51 27 Cotmeh 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Yekîtiya Mamosteyan a Herêma Efrînê bi  daxuyaniyekê daxwaza ENKS'ê  ya dijberî perwerdeya bi zimanê kurdî şermezar kirin.
 
Bi armanca şermezarkirina daxwaz û pêşniyarên ENKS'ê ya rakirina zimanê kurdî ya ji holê, Yekîtiya Mamosteyan a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê li pêşiya dibistana kampa Serdem a Şehbayê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de saziyên civaka sivîl û mamosteyên dibistana kampê amade bûn. Her wiha pankartên bi nivîsa "Em penaber in, lê zimanperwer in","Em Efrînî ne, zimanê me kurdî ye" û "Yekîtî bila ziman be, çand be" hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiyê Yekîtiya Mamosteyan a Herêma Efrînê, Zinar Eloş ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Ji bo ku her civakek karibe xwe îfade bike û jiyana xwe bidomîne ziman pêş xistiye. Di dîroka tevahî mirovahiyê de şoreşa ku bandora xwe li dîrok û şaristaniyê kiriye şoreşa ziman e, lê mixabin weke Gelê Kurd di hundir Sûriyeyê de çanda kurdî li gorî zagonên Sûriyeyê tê sînordarkirin. Piştî Şoreşa Rojava, zimanê ku bi  salan em ji perwerdeya wê mehrûm û bêpar mabûn, ji nû de bi şoreşa Rojava re hate destpêkirin. Ev şoreşa ziman ne tenê ev guhertin çêkir,  xwe gihand her qadên civakê û rêxistinkirina saziya ziman û avakirina sîstemên perwerdeyê ya ji bo nifşên pêşerojê. Ji bo nifşên nû di nav bişavtina çand û ziman de nemînin û karibin xwe li ser perwerdeya zimanê dayikê xwe îfade bikin divê derfet zêde bin û ev derfetana neyên astengkirin. Di hundir Şoreşa Rojava de sîstema perwerdehiyê bi zimanê dayikê ji refê seretayî dest pê kir û xwe gihand avakirina peymengeh û zanîngehan û di asta navneteweyî de piştgiriya wê dihat kirin, gelek dewletan di sistemên xwe de Şoreşa Rojava bi taybet wek Şoreşa Zimanî pênase kiriye.
 
Ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk ne navendî, gelek gavên diplomasî ku karibin yekrêziya Gelê Kurd bidin çêkirin, hatin avêtin, lê mixabin meclîsa ENKS'ê ji bo pêşî li hember yekrêziya kurdî bigire di daxuyaniya xwe ya dawî de daxwaza rakirina zimanê kurdî kirin. Ev daxwaza ENKS'ê di bingeh de daxwaza dijminê me ya bi hezaran salan e.
 
Em wekî Yekîtiya Mamosteyên Herêma Efrînê û hemû rêveberên saziyên civaka sivîl em vê biryarê bi tundi şermezar dikin û li hember vê biryarê em ê tekoşîna xwe mezin bikin heya ku di destûra Sûrî de mafê xwe mîsoger dikin."
 
Daxuyanî bi dirûşma  "Bê ziman jiyan nabe" bi dawî bû.