‘Ji bo evîn û hezkirinê divê têkoşîna jiyana azad û wekhev bê dayîn'

  • 09:11 27 Cotmeh 2020
  • Rojane
STENBOL - Piştî destpêkirina kampanyaya TJA'yê ya "Em xwe diparêzin" di nava civakê de gelek tegeh carek din hatin nîqaşkirin. Endama Meclîsa Ciwanan Dîcle Dogan, bal kişand ser pîvanên evîn û hezkirinê û got: "Ji bo evîn û hezkirinê divê ji bo jiyaneke azad û wekhev têkoşînek bê dayîn." 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 15'ê îlonê bi navê "Em xwe diparêzin" kampanyayek dan destpêkirin. Eleqeya li hemberî kampanyayê her roja ku derbas dibe zêdetir dibe. Jinan xwestin bi kampanyayê li dijî tecrîd, polîtîkayên şer ên taybet û qirkirina jinê xweparastinê li pêş bixin. Kampanya bi çalakiyên cur bi cur li bajarên herêmê û Tirkiyeyê didomin. Polîtîkayên şer ên taybet bi rêbazên cuda bi taybetî li ser ciwanan tê meşandin. Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dîcle Dogan, derbarê polîtîkayên taybet ên şer û têgehên evîn û hezkirinê de nêrînê xwe ji ajansa me re anî ziman.
 
‘Li gorî kesan têgeha evînê cuda ye' 
 
Dîcle, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têgeha evîn ê û got: "Hest, hezkirin û giredanbûnekî zêdetir an bi kesan û an jî bi tişan re dibêjin evîn. Lê ji bo her kesî wate dayîn cuda ye. Lê divê mirov evîndariyê li gorî pergala kapîtalîst negire dest. Ji ber ku evîn hestek pir bi hêz e. Di kesayetiya mirovan de gelekî guhertinan dike. Mirov dikare evîndarê xwezayê be û evîndarê têkoşînê be jî. Mirov nikare evînê di çarçoveyekî teng de binirxîne. Lê divê evîndarî tu carî vîna mirovan qels neke, fikr û hestê mirovan lawaz neke. Vîna ku biryaran dide divê bi evînê neyê pûçkirin. Hezkirina ku tenê ji bo zayendê tê wateya hesta ku hatiye tengkirin û fetisandin. Hezkirina bi axê re, bi malbatê re, bi rêhevaltiyê re hwd. gelek berfireh e. Lê hezkirin di rêzefîlmên ku televîzyonan de tê nîşandan nîne."
 
'Di jiyana hevpar de divê vînek hevpar hebe'
 
Dîcle, diyar kir ku divê pîvana hezkirinê li dijî hemû mudaxaleyên li hemberî kesayetiyê tê kirin bibe hêzek û wiha axivî: "Divê kesek mudaxaleyê vîna kesên din neke. Heke mudaxaleyek hebe jî ev tişt nabe hezkirin ev tişt dibe teslîm girtin. An hezkirin di navbera jin û mêran de be û an jî di navbera têkiliyên civakî de be divê demokratîk be. Di jiyana hevpar de divê vîneke hevpar hebe." 
 
'Wateya hezkirinê tê pûçkirin'
 
Dîcle, destnîşan kir ku di nava civakê de hest, raman û vîna jinê paşve tê xistin û wiha bi lêv kir: "Di nava civakê de her tim mêr dixwaze serdestiya xwe di destê xwe de bigire û wisa jî tevdigere. Divê jin xwe ji hesta hegemonyayê rizgar bike û bikare xwe azad bike. Divê mêr zîhniyeta xwe ya mêraniyê ji holê rake û li hemberî jinê serdestiyê neke. Di jiyana rojane de bi rêya televîzyon û înternetê wateya hezkirinê tê pûçkirin. Divê em li dijî vê hişmendiya pergala kapîtalîst jiyana azad û wekhev esas bigirin û ji bo vê jî têbikoşin." 
 
'Di pergala kapîtalîste ferd ne azad in'
 
Dîcle, da zanîn ku di pergala patrîarkal û kapîtalîst de ferd ne azad in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rêgezên azadbûyînê hene; divê azadî bi vîn be, li her qada jiyanê nirxek biafirîne, bi azadî stranan bên gotin, bi azadî bi zimanê xwe biaxifin, bi azadî hest û ramanên xwe bînin ziman e. Lê di şert û mercên niha de azadî ji her alî de hatiye teng kirin. Em nikarin li kolanan azad bigerin, nikarin bi azad zimanê xwe biaxifin. Jinek dema li kolanan digere bi pêşdariziya civakê re rûbirû dimîne, dema bi tecawizê re rûbirû dimîne û tê kuştin jî asayî tê dîtin." 
 
'Divê azadiya têkoşîna jinê bê qebûlkirin'
 
Dîcle di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna azadî û wekheviyê û got: "Di serî de divê mirov evîna ku perga afirandiyê red bike. Mêr divê li hemberî jina ku azadiyê hez dike nebe asteng. Li şûna ku bêje 'jina min' divê bejê 'jina ku divê azad bibe' bêje. Divê mêr li dijî sedestiya bi hezar salan, têkoşîna azadiya jinê qebûl bike."