'Bi xirakirina xaniyan re dixwazin me bikin deyndarê dewletê'

  • 09:05 27 Cotmeh 2020
  • Rojane
AMED - Şêniyên ku li taxa Kaynartepeyê dijîn bertek nîşanî projeya veguhestina bajêr dan û gotin: “Bi projeyên xwe dixwazin li vir wekî Sûrê bikin lê em destûr nadin wê yekê. Bi xirakirina xaniyan re dixwazin me bikin deyndarê dewletê.”
 
Serokkomarî bi biryarnameya xwe diyar kir ku taxa Kaynartepe ya girêdayî navçeya Rezana Amedê li qadek 53 donim wek qada bi rîsk e û dê li vir veguhestina bajar pêk were. Ev der wek cihê herî kevn ê navçeya Rezanê tê zanîn. Bi hezaran şênî li vir dijîn. Di etapa 1’emîn de ku wê bibe qada veguhestina bajar 337 avahî û hezar û 354 xanî lê hene. Li vê cihê ku tê xwestin veguherînin 7 hezar mirov dijîn. Biryarnameya Serokkomariyê di rojnameya fermî ya dewletê de hat weşandin. Piştî biryarê li taxê dest bi hilweşandina avahiyan hat kirin. Şênîyên ku li taxa Kaynartepe yê dijîn bertek nîşanî projeyê dan û nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman. 
 
‘Em ditirsin ku li vir jî wekî Sûrê bibe’
 
Aynûr Eskîcî ku li taxa Kaynartepe dijî got wan bi fikar in ku Rezan jî wekî Sûrê bibe û ev tiştê anî ziman: “Heke xaniyên me xirab bikin û kirê me nedin dê em ê ji xaniyên xwe dernekevin. Jixwe derfetên me tune ku bikevin xaniyek nû. Niha em jî bi fikar in ku çawa bikin. Em naxwazin xaniyên me xirab bibe. Baweriya me bi wan tune, loma em ditirsin ku bi vê projeyê mexdûr didin.”
 
‘Em naxwazin mexdûr bibin’
 
Hayriye Aslan jî destnîşan kir ku wan naxwazin mexdûr bibin û got: “Di vê qeyrana aborî de jixwe em nikarin kirê û fatureyên xwe bidin. Niha jî heke xaniyên me xirab bikin em ê çi bikin. Bi hinceta avahiyên nû dê şêniyên vir dijîn bixin rewşekî xirab. Em jî ditirsin ku bikevin qeyranek din.”
 
‘Dawiya me ne diyar e’
 
Hasîbe Almaz jî anî ziman ku dawiya wan ne diyar e û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ez ji wan bawer nakim. Heke xaniyên me xirab bikin em ê biçin ku. Heke xaniyên nû bidin me jî bi bihayek mezin didin. Em dawiya xwe difikirin. Niha şêniyên vir bi xaniyên nû dixapînin. Her wiha heke hêviyên bi wî awayî didin gel wê demê çima di qeyranek mezin de nin? Em çima nikarin debara xwe bikin çima nikarin fatureyên xwe bidin. Bi projeyên xwe li vir jî dixwazin wekî Sûrê bikin lê em ê nehêlin. Ceribandina me ji Sûrê heye. Xaniyên Sûrê jî xirab kirin û wan xistin deyndarê dewletê.  Loma ez jî naxwazim ku xaniyan xirab bikin. Dewlet alikariya wan nekiribû. Dibe ku li vir jî heman tiştê pêk were.”
 
‘Xirabkirina xaniyan me ditirsîne’
 
Halîme Taşkiran jî got ew naxwazin projeya veguherînê pêk were û wiha bilêv kir: “Jixwe gelên me di nav qeyranê de ne û ji bo çêkirina debara xwe difikirin. Niha jî projeyek wisa xistina pêşiya me û gelê me nerazîbûnên xwe tînin ziman. Heke xaniyê me xirab bikim em pêrîşan dibin. Rewşa me jî tune ku em bikevin xaniyek nû. Em hê nikarin kirê xwe bidin, niha jî ev xirabkirina xaniyan me ditirsîne.”