ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2020'AN

  • 09:00 27 Cotmeh 2020
  • Rojev
*Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan, PYD'ê têkildarî çalakiyên li dijî êrişkaran dane destpêkirin anîn ziman ew ê bi çalakiyên xwe li dijî êrîşên li ser Gelê Kurd derkevin û wiha gotin:"Em weke sê saziyên rêxistinî bi heman armancê hevdu temam dikin, loma em ê jin û jiyanê biparêzin, teqez bi ser bikevin, dagirkeriyê têk bibin û destkeftiyên şoreşê biparêzin." DÎMEN HEYE
 
*Nivîskar Sultan Yaray destnîşan kir ku jin ji dîrokê vir de tu carî ji wêjeyê qût nebûye û got: “Jin di wêjeyê de kedekî mezin dane. Lê mixabin gelek jinên kurd ên ku di dîrokê de cih girtine ji ber hişmendiya baviksalariyê nehatine dîtin. Lê jin her tim di nav têkoşînekê de bû ne." BI DÎMEN 
 
*Fethiya Silêman Şêxo bi derfetên herî kêm hewil dide xwe li ser piyan bihêle. Bi nêzîkbûna demsala zivistanê re, bi têkoşîna xwe hewil dide mitfexekê ji xwe re ava bike. Fethiya anî ziman ku ew tevî hemû derfetên kêm jî li berxwe didin û wiha got: "Dema ez li Serêkaniyê bûm min nizanîbû kelpîçên ji axê bibirim, lê mayina li kampê ez fêrî gelek tiştan kirim." DÎMEN HEYE
 
*Şêniyên ku li taxa Kaynartepeyê dijîn bertek nîşanî projeya veguhestina bajêr dan û gotin: “Bi projeyên xwe dixwazin li vir wekî Sûrê bikin lê em destûr nadin wê yekê. Bi xirakirina xaniyan re dixwazin me bikin deyndarê dewletê.”BI DÎMEN 
 
*Dilîvan û Sîlva Reşîd ên ku xwişkên hevdu ne û di nava Koma Govendê de cihê xwe digirin dan zanîn ku mirov nikare bê meraq karekî bi ser bixin û wiha gotin:"Meraqa me gelek ji govendê re heye. Mirov bê meraq nikare karekî bi ser bixe. Em bi hezkirinek mezin govenda xwe digerînin. Xwesteka me jî ew e ku em bikaribin çanda xwe biparêzin." DÎMEN HEYE
 
* Jinên astengdar ên li Amedê dijîn dan zanîn ku jinên astendar di nava jiyanê de tune tên hesibandin û jinên astengdar li gor astengdarên din hîn bêtir biçûk tên xistin û wiha gotin:"Em naxwazin xwe veşêrin em dixwazin li navenda jiyanê cihê xwe bigirin. Divê hemû kes bizanibin ku astengdar jî hene." DÎMEN HEYE
 
 
*Piştî destpêkirina kampanyaya TJA'yê ya "Em xwe diparêzin" di nava civakê de gelek tegeh carek din hatin nîqaşkirin. Endama Meclîsa Ciwanan Dîcle Dogan, bal kişand ser pîvanên evîn û hezkirinê û got: "Ji bo evîn û hezkirinê divê ji bo jiyaneke azad û wekhev têkoşînek bê dayîn." BIDÎMEN 
 
*Ber bi payizê ve piştî ku çinîna sebze û fêkî dest pê dike amadekariyên zivistanê jî tên destpêkirin. Li gundê Piremîra yê Qoserê jin ji bo ava firingiyan û îsotan çêbikin kedeke mezin didin. Kesên hilberînê dikin diyar kirin ku ji ber  piştgirî ji wan re nayê dayîn û mesref buhaye nikarin heqê keda xwe û mesrefa xwe bi dest bixin. BI DÎMEN
 
**Li Qosera Mêrdînê di çarçoveya kampanya "Em xwe diparêzin" de bi jinan re hevdîtin (13.00)