Atolyeyên TJA'yê didomin: Mêr tecawizê pêkanîneke li ser bedana jinê dibînin

  • 11:55 26 Cotmeh 2020
  • Rojane
Safiye Alağaş
 
AMED  - Aktîvîsta  TJA'yê Zeynep Toprak, derbarê xebatên xwe yên di çarçoveya kampanya "Em Xwe Diparêzin" de nirxandin kir. Zeynepê derbarê atoleyên ku mêr tevli dibin de jî ev mînak da û got, "Divê mêr li ser xwe hûr bibin. Me di atolyeke ku pêk anî de ji wan pirsa gelo hûn dikevin fikra ku tecawizî we hatiye kirin? kir. Hevalekî mêr bersiva  'ez ne jin im' da. Di fikra tecawiz tenê li ser bedena jinê tê kirin de ye." 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di 15'ê Îlonê de di çarçoveya kampanya "Em xwe diparêzin" de li Tirkiye û li herêmê li gelek bajaran çalakî pêk anîn .TJA di çarçoveya vê xebata xwe de tax bi tax gund bi gund geriya û hem atoleyên ji bo jinan û hem jî yên ku hem jin û hem jî mêr tevli bûn pêk anîn. Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Toprak derbarê meh û nîveke kampanyayê de nirxandin kir. 
 
'Em ji kampanyayê encamên erênî digirin'
 
Zeynepê anî ziman ku armanca bingehîn a kampanyayê têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, qirkirina siyasî û tecawizê ye û têkoşîna li dijî zextên li ser nasname û zimanê kurdî ye. Zeynepê anî ziman ku ew di bin van sernavan de kampanyaya xwe rêve dibin.  Zeyenpê got ku wan di meha yekemîn a kampanyayê bêhtir atolye pêk anîne û wiha berdewam kir,"Me ev atolyeyên xwe li gund û li navçeyan pêk anîn. Me hewl da ku em xwe bigihînin gelek jinan. Jin li Tirkiye, li herêmê û li her derê heman pirsgirêkan dijîn.  Ji ber ku herî zêde jin tên mexdûrkirin jî me ji vê kampanyayê de encamên erênî bi dest xistin.  Me di atolyeyan de herî zêde li ser tecawiza tê kirin niqaş kir. Me li ser şerê taybet polîtîkayên nû pêş xistin. Tişta herî girîng ya ji bo me jinan jî ew e ku em ê çawa parastina xwe ya rewa bikin û me li ser wê niqaş kir. Her niqaşeke me bi xwe re nûbûnek anî. Remza kampanyaya me jî sîmurge ku tê wateya ji nû ve vejînê. 
 
'Kuştina jinan parçeyek ji şerê taybet e'
 
Zeynepê anî ziman ku jian kampanya erênî dîtine. Zeyenpê bal kişand ser tundiya mêr jî û got ku sedema vê tundiyê polîtîkayên şerê taybet in. Zeyenpê wiha berdewam kir, "Hertiştî dikin ji rêzê. Her rojê kuştina jinekê wekî ku bûyereke asayî ya ji rêzê be nîşan didin. Divê em li dijî vê têkoşîna xwe mezin bikin.  Jinek çawa dikare xwe biparêze? El li ser vê niqaş dikin .Divê ev tiştên tên kirin ji rêzê neyên dîtin û divê jin van ji rêzê nebînin .Dema em li medya alîgir dinêrin bahsa kuştina jinekê dike û derbasî mijareke din dibe.  Ev medya kuştina jinan ji rêzê dibîne. Lê ser vê mijarê em bi gelek komeleyên jinan re ketin têkiliyê û piştevaniyê. Em derbarê van mijaran de niqaşan dikin."
 
'Em natirsin'
 
Zenepê diyar kir ku ewê di meha duyemîn a kampanyayê de li qadan bin û wiha dirêjî da axaftina xwe,"Kampanyaya me ji çar beşan pêk tê û beşa yekemîn jî atolye bûn.  Herî zêde niq di warê teorîk de hatin kirin. Li ser pêşniyarên ku me di atoleyayn de girtin em ê di beşa duyemîn de li qadan bin. Helbet 4 meh têra têkoşîna me nakirin. Ev pêvajoyeke ku tevahiya jiyana me digire nav xwe ye.  Dema em bi jinan re tên gel hev em ji wan re armanca kampanyayê vedibêjin.  Em hel didin ku atolyên xwe bi tevlibûna civakê pêk bînin û li malên xwe li her cihê ku em lê ne niqaşên xwe bikin." Zeyenpê di berdewamiyê de got ku jinên têkoşer hedef  tên girtin û ev tişt got, "Kesên bi hişmendiya mêr ji me ditirsin. Lê ji ber ku em têkoşîneke mafdar didin em natirsin. Em ê edaletê pêk bînin û tecrîdê bişkînin."
 
'Em ê li dijî tecrîdê têkoşînê bidin'
 
Zeynepê diyar kir ku ew ê lil dij tecrîda li ser Abdullah Ocalan têkoşîna xwe mezin bikin û got ku Abdullah Ocalan di werê fîzîkî de hatiye tecrîdkirin lê di warê fikrî de zad e. Zeynepê anî ziman ku ew ê di serdema kampanyayê de bêhtir li dijî tecrîdê têkoşînê bidin.
 
'Em dixwazin mafên me yên hatine xespkirin bi mêran re niqaş bikin'
 
Zeyenpê got ku li cihê mêr lê tune ne jina xwe bêhtir rehet hîs dikin û wiha berdewam kir, "Li Atoleyên xweser jin hîn rehet bahsa xwe dikin. Di karên bahsa aliyên xwe yên qels û zor bikin. Lê di xebatên tevlihev de ne rehet in. Ji ber ku xwe mexdûrên pergalê dibînin. Lê piştî axaftinên hevalên mêr ên di çarçoveya kampanyayê de me hêza jinê dît .Ji me re ji atolyeyên xweser wêdetir pêşniyara atolyeyên tevlihev hat kirin.  Jin dixwazin mafên wan ên ku ji aliyê mêran ve hatine xespkirin bi mêran re niqaş bikin."
 
Mêr tecawizê di ser bedena jinan re dinirxînin'
 
Zeynepê bal kişand ser mêrên ku divê bên guhertin û ev tişt got, "Divê mêr li ser xwe hur bibin û zihniyeta mêr bê guhertin. Mînak di atoleyekê de  me ji mêra prsa 'gelê hûn difikirin ku tecawizî we hatibe kirin?' kir. Hevalekî mêr ji me re got, 'ez ne jin im. Ez vê pirsê rast nabînim'. Ji ber ku tecawziê di ser bedena jinê re dinirxînin. Lê dema ku em vê pirsê ji jinekê dikin vê ji bedena xwe wêdetir, li ser xweza û keda xwe dinirxîne.  Tunekirina dîrok û erdnîgariyê bi mînakan dinirxîne. Piştî ku vê dinirxîne pirsa 'gelo ev ne tecawiz e? yan hûn tenê tecwizê wekî pêkanîneke li ser bedenê dibînin' dipirse.  Mêrên ku di serî de bertek nîşan didin piştre dibêjin 'rast e tecawizê tenê li bedan jinê nayê kirin û li dijî tevahiya jiyanê dikare bê kirin .Dewlet xwe ji tecawizê xwedî dike'. Ev niqaş gelek baş derbas dibin û ji bo mêran jî baştir derbas dibin."
 
'Me di atoleyan de dît ku mêr xwe lêpirsîn dikin'
 
Zeynepê diyar kir ku ew bi van atolyeyan armanc dikirin ku mêr bêhetir li xwe vegerin û li ser xwe hûr bibin û wiha axaftina xwe bi dawî kir, "Mêr li dijî zihniyeta mêr xwe lêpirsîn nakin, Tirsa mêran zêdetir e. Ji ber ku hêzeke ji pergalê digirin heye. Li gorî pergalê divê mêr hertim bi hêz be û mafdar be. Jinê ji xwe qelstir dibîne. Mêr nikarin bahsa qelsî û bêhêzbûna xwe bikin. Lê bi van atoleyan re me bal kişand ser wan.  Em dibînin ku xwe lêpirsîn dikin .Em dikarin vê têkoşînê bi rêxistin bûnê bi ser bixin. Em natirsin û em ji pergalê re serî natewînin. "