Li Gundê Solaxê goreke komî ya jinan hat dîtin

  • 09:42 26 Cotmeh 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Li Gundê Solaxê goreke komî ya ku tê texmînkirin aîdî jin û zarokan e hat dîtin. 
 
Li gundê Solaxê yê Şengalê gorek komî ya ji dema fermana 3’yê Tebaxê mayî ku tê texmînkirin bi giştî ji jinên bi temenê wan mezin pêk tê û cenazeyên 80 jinên ku zindî hatîne qetilkirin û 12 zarokan bi komî têde hatine veşartin duh vekirina wê dest pê kir.
 
Li gorî çavkaniyên kes û xizmên qurbaniya jinek ducanî jî di nav vê gorê de ye. Xebatê vekirina goran dê nêzî 20 rojan bidome.