2'yemîn Mîhrîcana Zarokan a Mexmûrê hat lidarxistin

  • 09:38 26 Cotmeh 2020
  • Rojane
MEXMÛR - 2'yemîn Mîhrîcana Zarokan a Mexmûrê hat lidarxistin. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 2’emîn Mîhrîcana Zarokan hat lidarxistin. Mîhrîcan li Navenda Çand û Hunera Mexmûr (NÇHM) ji hêla Meclisa Zarokan, Kevan Zêrîn û Wexfa Jinan ve hat lidarxistin. Bi sedan zarok û şêniyên wargehê tevlî mîhrîcanê bûn û di mîhrîcanê de Gulnaz Karataş (Bêrîtan) hat bibîranîn.
 
Di destpêka mîhrîcanê de daxuyaniyek hat dayîn û daxuyanî ji aliyê endama Kevana Zêrîn Sidar Yaman ve hat xwedin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Zarokên Mexmûrê ku bi felsefeya azadiyê mezin dibin, hêvî didin me tevahiyan. Em mîhrîcanê diyarî ji bo hemû zarokên Kurdistanê dikin. Her wiha 28'êmin salvegera şehîd Bêrîtan e. 
 
Em vê şahiyê, weke çalakiyek ji aliyê zarokan ve tevlî pêngava ‘dem dema azadiyê ye’dikin. Zarokên Mexmûrê ku bi felsefeya azadiyê mezin dibin, hêvî didin me. Cihê serfiraziyê ye ku dayîk, bav û giştî malbat bi vê zanebûnê zarokan mezin dikin. Rêber Apo dibêje; azadî di zarokatî de dest pê dike. Wê demê ji bo ku ev rihê azad her zindî be, em ê jî heta hêza me hebe, ji bo avakirina jiyana civaka nu bi zanebun û hiskirin ked bidin. Li malê, li kolanê, li dibistanê û di hemû qadên jiyanê de em ê bi hestiyariyeke mezin, bi vê bîr û baweriyê nêzî zarokan bibin."
 
Mîhrîcan bi bernameyên cuda, lîstîkên şanoyê û komên muzîkê pêk hat.