‘Li herêmên dagirkirî sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin’

  • 09:02 26 Cotmeh 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Rêvebera Mekteba Jinê ya MSD’ê Necla Hemze di derbarê kiriyarên dewleta tirk li herêmên dagirkirî yên ku li ser jinê tên kirin de nêrîna xwe anî ziman û wiha got: “Li herêmên dagrikirî  sûcên li dijî mirovahiyê tê kirin. Armanca van êrîşan şikandina îradeya jinê ye. Divê qnûnên navnetewî mafê jinê biparêzin.”
 
Ji roja ku dewleta tirk û hevkarên wê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî dagir kiriye sûcên li dijî mirovahiyê û kiriyarên bê exlaqî li wan herêman tên kirin. Şêniyên li wir dijîn hemû cureyên îşkenceyê li wan tên kirin û bi taybet yekser jin tên hedefgirtin. Dewleta tirk bi riya van kiriyarên xwe dixwaze îradeya jinên ku daxwaza jiyaneke azad dikin bişkîne.  Ji bo wê bê navber êrîş dike. Têkildarî mijarê Rêvebera Mekteba Jinê ya MSD’ê Necla Hemze nirîna xwe bi me re parve kir.
 
‘Sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin’
 
Di destpêka axaftina xwe de Necla bal kişan ser kiriyarên dewleta tirk li ser herêmên dagirkirî û wiha got: “Kiriyarên ku niha dawleta tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne pir dijwarin. Ger mirov vegere dîroka deweta tirk dibîne ku dîrokeke bi komkujiyan û sûcên li dij mirovahiyê tijiye. Dema dewleta tirk Efrîn û herêmên din dagir kirin hemû cureyên êrîşên xwe li ser gel pêk anîn. Jiyana aram nemaye her roj qetilkirin, talankirin,dizî, revandin, destdirêjî tê kirin. Milk û malên şêniyên herêmê bi darê zorê ji wan tê sitandin. Di heman demê de jî guhertina demografîk li wan herêman dewam dike. Li herêmên dagrikirî sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin” 
 
‘Armanc şikandina îradeya jinê ye’
 
Nejlayê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk li ser jinê û wiha pê de çû: “Ev êrîşên ku tên kirin hemû ji bo ku îradeya jina azad bişkînin û hişmendiya xwe ya desthilatdar bi pêş bixin e. Ji ber ku civaka jin bi rêve bibe wê di wê civakê de wekhevî, demokrasî û azadî hebe.  Lê ev yek ne li gor berjewandiyên wan e, ji bo vê her dem dixwazin îradeya jinê bişkînin. Lê jin ji hişmendiya wan bi hêztire bi têkoşîna xwe dê van kiriyarên wan vala derbixe. Her tim dagirker dixwazin jiyana azad qir bikin. Lê li hember van kiriyaran jin hertim di nava tevger û têkoşînê de ne. Em ê hertim li ber xwe bidin heta ku em dagirkeriyê têk bibin.”
   
‘Pêwist qanûn jinan biparêzin’
 
Di dawiya axaftina xwe de Necla bang li saziyên parastina mafên mirovan kir ku bi erka xwe ya mirovî rabin û rê li pêşiya komkujiyan bê girtin û wiha bi dawî kir: “Em bang li hemû dewletên navnetewî û saziyên ku banga parastina mafên mirovan dikin ku rê li pêşiya van kiryarên tên kirin bigirin. Kesên ku sûcên bê exlaqî dikin hesab ji wan were xwestin. Her wiha divê qanûnên navnetewî yên jinan diparêzin bên derxistin.”