ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2020'Î

  • 09:00 26 Cotmeh 2020
  • Rojev
Rêvebera Mekteba Jinê ya MSD’ê Necla Hemze di derbarê kiriyarên dewleta tirk li herêmên dagirkirî yên ku li ser jinê tên kirin de nêrîna xwe anî ziman û wiha got: “Li herêmên dagrikirî  sûcên li dijî mirovahiyê tê kirin. Armanca van êrîşan şikandina îradeya jinê ye. Divê qnûnên navnetewî mafê jinê biparêzin.” DÎMEN HEYE
 
*Mamosteyên endamên KBC-D'ê a herêma Efrînê nerazîbûnên xwe li hember daxwaza ENKS’ê ya rakirina zimanê kurdî nîşan dan û wiha gotin: "Rakirina sîstema hevserokitî û zimanê kurdî rakirina fikira azad û demokrasiyê ya ji nava civakê ye." DÎMEN HEYE
 
*Li taxa Konakê ya navçeya Cizîrê, welatiyên ku li TOKÎ'yan dimînin ev du salin ji ber pirsgirêka wan a av û ceyranê nehatiye çareserkirin bi gilî û gazinc in. Welatiyên li TOKÎ'yan dimînin, destnîşan kirin ku şaredarî peywira xwe bi cih nayne û gotin: "Em ji şaredariyê ne razî ne. Me gelek caran pirsgirêkên xwe ji şaredariyê re vegotin, lê belê heta niha tu tişt nekirine. Peywira şaredariyê çi ye gelo?"  DÎMEN HEYE
 
*Jinên Botanê, di derbarê êrîşên li dijî zimanê kurdî de axivîn û gotin: "Em dixwazin bi zimanê xwe li her deverê biaxivin. Ji ber ku zimanê me ne azad e em jî neazadin. Divê zimanê kurdî bibe zimanekî fermî." DÎMEN HEYE
 
*Nîqaşên li ser Yekitiya Neteweyî didomin. Jinan diyar kirin ku êrîşên li ser kurdan tên pêkanîn di cîhanê de jî tê rewa kirin û gotin: “Em dikarin ji bo berjewendiyên gelê xwe werin gel hev û bi yekitiya xwe ji cîhanê re bêjin “Li vir cihê me jî heye”. Ji bo ku em nasname, çand û zimanê xwe li ser vê erdnigariyê bi awayekî azad bijîn.” DÎMEN HEYE
 
*Aktîvîsta  TJA'yê Zeynep Toprak, xebatên xwe yên di çarçoveya kampanya "Em Xwe Diparêzin" de nirxandin kir. Zeynepê derbarê atoleyên ku mêr tevli dibin de jî ev mînak da. Got, "Divê mêr li ser xwe hûr bibin. Me di atolyeke ku pêk anî de ji wan pirsa gelo hûn dikevin fikra ku tecawizî we hatiye kirin? kir. Hevalekî mêr bersiva  'ez ne jinim da. Di fikra tecawiz tenê li jinê tê kirin de ye."  DÎMEN HEYE
 
*Konferansa meclisa ciwanan (10.00)
 
*Mîhrîcana Gonvendên Gelerî (17.00)
 
*Li taxa istasyonè wê jin li hemberî fabriqaya kirec ê, bi daxwaza filtleyen wan werin guhertin we bi valiye bajer re hevdîtinê pêkbînin.(09.30)
 
 
*Ew ê Mîhrîcana Sema li Şehbayê dewam bike (17.00)
 
*Ew ê konferanda Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê bê li Serêkaniyê bê lidarxistin (10.00)