Bêrîtan li Helebê hat bibîranîn

  • 16:54 25 Cotmeh 2020
  • Rojane
HELEB - Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê bi wesîleya salvegera şehadeta Gûlnaz Karataş (Bêrîtan) civînek li dar xist.
 
Bi wesileya salvgera şehadeta 28'emîn a Gûlnaz Karataş (Bêrîtan) Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê civînek li taxa Şêx Meqsûd a Helebê li darxist. Di civînê de bi dehan jin, nûnerên sazî û dezgehên sivîl  amadebûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.
 
Paşê civîn ji aliyê Endama Kongreya Star Denîz Efrîn ve hat bi rêvebirin. Denîzê di destpêka axaftina xwe de di şexsê Gûlnaz Karataş (Bêrîtan) de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û wiha domand: "Mîrasa ku şehîdên me li dû xwe hîştine em soz didin ku em ê biparêzin. Şehîd Bêrîtan bû sembola jina azad û îro ji bo me tevan xeta jina azad e. Şehîd Bêrîtan ji bo ku nekeve destê dijmin canê xwe feda kir û bersiva herî mezin da dijmin. Piştî şehadeta Bêrîtanê artêşa jinê hate avakirin û bi hezaran jin di xeta Bêrîtan de îro li Heftanînê têkoşînê didin. Şehîd Bêrîtan bi çalakiya xwe navê xwe di dîrokê de nivîsand û bi hezaran Bêrîtan li pey xwe hiştin. Em di şexsê şehîd Bêrîtan de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tînin û em ê şopdarê rêka wan bin."
 
Paşê sinevîzyonek di derbarê berxwedan û têkoşîna Bêrîtanê de hate pêşkêşkirin.
 
Civîn bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.