Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê komxebatek ji bo jin li dar xist

  • 16:46 25 Cotmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, di derbarê kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê li ser jin de li herêmên dagirkirî , komxebatek li dar xist.
 
Di çarçoveya Pêngava Rêxistina Kongreya Star a ku bi dirûşma “Ji dagirkirin û qirkirinê re na, em ê jin û jiyanê biparêzin” ku di 8'ê cotmehê de dabûn destpêkirin, bi çalakiyên cur be cur berdewam dike. Îro jî Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, di derbarê kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser jinan li Herêmên dagirkirî, komxebatek li navenda Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê  li dar xist. Endamên sazî û rêxistinên jinan beşdarî komxebatê bûn. Di komxebatê li ser 3 xalan niqaş hatin kirin. . Xala yekem kiryarên siyasî di derheqê jinan de, xala duyem jî  mijara kiryarên ku li dijî zagonên hiqûqî yên jin tên kirin û xala sêyemîn jî li ser kiryarên ku di civakê de di derheqê jin de tê kirin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, komxebat hat destpêkirin. Di beşa yekem de derbarê kiriyarên li ser jinan de niqaş hatin kirin. Derbarê van kiryaran de Sekertera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd axivî û wiha got, "Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê  pêşengtiya hemû sazî û dezgehan kir.  Her wiha dengê xwe li dijî êrîş, qirkirin, tecawizkirin û kiryarên li dijî jinan bilind kirin. Tiştên ku di Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û bi taybet di herêmên dagirkirî de tên kirin, hemû li pêşiya çavên cîhanê tên kirin.  Kiryarên dewleta tirk yên li ser jin hemû hatine belgekirin û rastiya wê ser erdê nayê veşartin. Ji bo rawestandina van kiryaran jî tu gavên erênî nayên avêtin. Polîtîkayên ku li dijî jinan tên meşandin, hemûqanûnan bin pê dikin. Li dijî wê pêwist e em weke jinên siyasetmedar vê nasnameya xwe ya siyasî biparêzin ku em bikarbin bibin dengê hemû jinan.”  
 
‘Hemû qanûnên qedexekirî di êrîşan de tên bi karanîn’
 
Di beşa duyem de li ser kiryarên li dijî qanûnan hiqûqê yên li ser  jinan, Seroka Bîroya Lêkolînên Hiqûqûî Amrîn Xelîfê axivî û got:”Di hemû qanûnan de tê gotin ku divê kesên çek di dest wan de tunebin bên parastin. Pêwist e sivîl neyên qetîlkirin û tu kes nêzî mal û milkên wan nebe. Lê herî zêde em dibînin ku jin dibin qurbaniyên van pêkanînan û tişta tê xwestin wekî dirûşm dimîne. Hiqûq jinan naparêze û her roj êrîş li wan tê kirin. Ji bo wê pêwist e ev saziyên ku dibêjin em parastina mafên mirov dikin bi rengekî cidî bi erka xwe rabin û li gorî hiqûqê  jinan di şeran de biparêzin.”
 
‘Pêkanînên li dijî jinan didomin’ 
 
Di beşa 3'emîn a konfernsê de jî Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma axivî û wiha got: ”Di sala 2018,2019 û 2020’î de, li Efrîn gelek pêkanînên dijmirovî li ser jinan hatin kirin. Di van salan de 53 jin hatin qetilkirin, 128 jin birîndar bûn, 61 jin hatin tecawizkirin ku kesên temenbiçûk ji di nav wan de hebûn.  Her wiha 317 jin hatin revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Li Serêkaniyê û Girê Spî jî  23 jin di dema êrîşan de jiyana xwe ji dest dane û 2 ji wan hatin tecawizkirin, 60 jin ji ber êrîşên hovane birîndar bûn, 12 jin jî hatin revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyare.  Bi hezaran kiryarên wiha li dijî jinan hatin kirin û heta niha jî didomin.”  
 
Komxebat bi pirs û bersivan bi dawî bû.